Pêşmergeyên Dêrîn: Êrîşa li Şengalê xizmetê ji dewleta Tirk re dike
Pêşmergeyên Dêrîn li ber êrîşa PDK-AKP'ê ya li Şengalê rabûn. Pêşmergeyên Dêrîn li Silêmaniyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, êrîşa li Şengalê xizmetê ji dewleta Tirk re dike.
Pêşmergeyên Dêrîn li ber êrîşa PDK-AKP'ê ya li Şengalê rabûn. Pêşmergeyên Dêrîn li Silêmaniyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, êrîşa li Şengalê xizmetê ji dewleta Tirk re dike.
Endamên Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn (pêşmergeyên berê) duh êvarê li parka Nalî ya Silêmanî li ser êrîşa li Şengalê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Kamîl Mihemed li ser navê Pêşmergeyên Dêrîn daxuyanî xwend û diyar kir, tevî ku bi sedan gund hê nehatine avakirin, hewl hat dayîn ku rê li ber hilweşînên nû bê vekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li gelê Kurd dikin, ku li dijî vî şerî bisekine. Li pêşberî dagirkerên Kurdistanê şerê birakujiyê nekin. Divê her kes dakeve qadan û li dijî vî şerê birakujiyê ku ji aliyê hêzên derve ve tê sorkirin, derkeve."
Yek ji Pêşmergeyên Dêrîn Derya Omer jî wiha axivî:
"Dema ku min 2 gerîlayên ji bo şer dernekeve xwe avêtin pêşiya wan wesayîtan dît, dema ku leşkerên rejîma Baas di sala 1988'an de ji bo hilweşandinê hat cih û warên me, hat bîra min. Divê her kes li dijî vî şerê ku destê hêzên derve tê de ye, derkeve. Weke Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn, em li ber vî şerî radibin. Em hêvîdar in wê kes nekeve şerê birakujiyê."
Bavê şehîd ê bi navê Zahîd Mihemed jî got, "Weke malbatên şehîdên 17'ê Sibatê, sedema xwe çi dibe bila bibe, em li dijî şerê navxweyî ne. Em, dewleta Tirk û PDK a hevkarê wê şermezar dikin. Em bang li gelê Kurdistanê dikin ku nehêlin şer di navbera Kurdan de derkeve. Em bang li PDK'ê jî dikin ku alîkariyê nede dewleta Tirk û nîne nava axa Kurdistanê. Ji ber ku axa Kurdistanê pîroz e."