Pêşmergeyên berê: Êrîşa li Şengalê hat kirin, xizmetê ji dijmin re dike
Pêşmergeyên berê nerazîbûn nîşanî êrîşa çeteyên PDK-dewleta Tirk a li Şengalê dan û gotin, ev êrîş xizmetê ji dagirkeran re dike. Pêşmergeyên berê xwestin, ev helwesta êrîşkariyê derhal bê terikandin.
RÊBAZ HESEN
KERKÛK / ANF
duşem, 13 adarê 2017, 11:04
Pêşmergeyan dan xuyakirin, ku gel jî van êrîşan bi ti awayî qebûl nake. Pêşmergeyên berê, li ser êrîşa çeteyên PDK-AKP'ê ya li dijî Şengalê, ji ANF'ê re axivîn:
ALÎ MÛHAMMED: Şaşitiyeke mezin e ku li dijî rêxistineke Kurd şer bê kirin. Ev yek plana dagirkeran a kuştina Kurdan bi destê Kurdan e. Ji bo pêşî li vê planê were girtin, lazim e têkoşîn bê dayîn. Divê her kes xwe ji kuştina Kurdan bi destê Kurdan, rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan vegire. Yên ku dibêjin 'Bila PKK ji Şengalê derkeve', bila di destpêkê de hêzên dewleta Tirk ên li Bamernê û cihên din derxînin.
Weke pêşmergeyan, şiyara me ya berê azadkirina tevahiya Kurdistanê bû. Lê niha hewl didin Kurdan bi destê Kurdan bikujin. Gelo ev yek wê heta kengî dewam bike, yekîtî wê kengî pêk were?
Yên êrîşî Şengalêk irin, hêzeke li ser navê dagirkeran şer dike. Di dema me de hêzek hebû ku me ji wan re digotin cahş. Niha jî ev dewletên dagirker van hêzan mîna wan cahşan bi kar tînin. Daxwaza min ji tevahiya gelê Kurd ew e ku nebin amûrek destê dijmin. Hêzeke ku li dijî hêzeke din a Kurdan şer bike, ew cahş e. Ji ber ku bi vê yekê re planên dagirkeran bi cih tê anîn.
HAWKAR ABDULLAH: Em di salvegera Raperînê de ne. Bi vê wesîleyê ez hemû şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim. Ez êrîşa di vê demê de bi navê 'pêşmergeyên roj' li Şengalê hat kirin, şermezar dikim. Ti aliyekî mafdar ê vê êrîşê nîne. Diviyabû em Kurd nebûna amûrek ji planên dijminan. Berevajî, lazim bû me pêşî li va planan bigirta.
Dijminên gelê Kurd hewl didin Kurdan bikujin. Xwîna gerîla û pêşmerge heman xwîn e. Lazim e ev were zanîn. Êrîşa li hemberî Şengalê bi hêzeke bi vî rengî, xizmetê ji dewleta Tirk re dike. Ev yek êrîşa li dijî vîna gelê Kurd e, hewldana şikandina vîna gelê Kurd e. Dema mirov rastiyên li herêmê didin ber çavên xwe, dibînin ku divê Kurd hêzên xwe bikin yek, yekîtiya xwe ava bikin. Di vê demê de ku ti xeterî li Şengalê nîne û êrîşên DAIŞ'ê li Rojava hatine şikandin, radibin dibêjin 'em ê li van deran gel biparêzin'. Halbûkî xeteriyeke bi vî rengî nîne. Dema ku xeterî hebû çima nehatin? Ev yek bi ti awayî xizmetê ji gelê Kurd re nake. Xizmetê ji dijminan û hêzên dagirker dike.
Di rewşa heyî de Birêz Celal Talabanî nexweş e û li ser Birêz Abdullah Ocalan jî tecrîdeke giran heye. Yê li derve Mesûd Barzanî ye. Ya ku di vê rewşê de divê Mesûd Barzanî bike ew e, ku bi berpirsyariyê rabe û destûrê nede rewşên bi vî rengî.
SÎRWAN MÛSTAFA: Ez her şêwe hewldaneke ku rê li ber rijandina xwîna Kurdan vedike, bi tundî şermezar dikim. Ji ber ku em heta niha ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyan. Ya ku îro li Şengalê diqewime, ji ti alî ve mafdariyeke xwe nîne. We li Kobanê, Şengalê, Xaneqînê dîtin. Hewl dan komkujiyê li Kurdan bikin. Lê belê hêzên Kurd li vê derê bi hev re li dijî wan sekinînin.
Yên ku êrîşî wê derêk irin, bêguman xizmetê ji hêzên dagirker re dikin. Xizmetê ji pêkanîna planên hêzên dagirker dikin. Gelo hewldanek ku xizmetê ji van hêzan re dike, wê çi feydeya xwe li Kurdan hebe? Ya ku divê were kirin, mîna li Kobanê hat kirin, hêzên Kurd bi hev re tevbigerin û li dijî dijmin şer bikin. Ya ku li Kerkûkê û Xaneqînê hat kirin jî ev bû. Ya divê bibe ev e. Lewma divê derhal berê tivingên xwe bizîvirînin dijmin.