Pêşmergebirina Karoxê bi tehlûke ye !

Li Qendîlê li cihekî ku weke cihê YNK’ê tê zanîn PDK dixwaze bi pêşmergeyên xwe bikeviyê... Tekane wateya vê hewildana bicihkirina pêşmergeyan dorpêçkirina gerîlayan e ku wê ev bi xwe tansiyona li herêmê bilindtir bike heta dibe ku rê li şer veke.

Herî dawî li Qendîlê li cihekî ku weke cihê YNK’ê tê zanîn PDK dixwaze bi pêşmergeyên xwe bikeviyê. Ev bi xwe re rewşeke nû jî derdixe holê. Tekane wateya vê hewildana bicihkirina pêşmergeyan dorpêçkirina gerîlayan e ku wê ev bi xwe tansiyona li herêmê bilindtir bike heta dibe ku rê li şer û berberiyê veke.

Di van salên dawî de PDK bi daxwaza dewleta Tirk qadên liv û tevgera gerîla ya li Qadên Parastinê yên Medyayê hewl dide ku teng bike. Piştî van hewldanên PDK’ê êriş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pêk tên. Piştî ku PDK’ê di sala 2018’an de li derdora Xakûrkê, Xinêrê û Lolanê pêşmerge bi cih kirin dewleta Tirk jî ji van deveran dest bi êrişan û hewldana dagirkeriyê kir. Ji ber van sedeman gavên bi vî rengî yên PDK’ê cihê şik û gumanan e. Herî dawî li Qendîlê li cihekî ku weke cihê YNK’ê tê zanîn PDK dixwaze bi pêşmergeyên xwe ve bikevê. Ev bi xwe re rewşeke nû jî derdixe holê. Tekane wateya vê hewildana bicihkirina pêşmergeyan dorpêçkirina gerîlayan e ku wê ev bi xwe tansiyona li herêmê bilindtir bike heta dibe ku rê li şer û pevçûnan veke. PDK çima gaveke wisa diavêje bi rastî jî mirov fêm nake. Heta ji bo ku vê gava xwe rewa jî bike hewl dide YNK’ê jî bike şirîkê xwe. Ev herdu hewldan bi xwe re pirsa; gelo PDK dixwaze çi bike tîne hişê mirovan? Ji ber ku dorpêçkirina qadên gerîla lê hene bi tenê arezûya dewleta Tirk e. Çavdêrên ku van qadên tê hewldan ku pêşmerge lê werin bicihkirin dizanin jî îşaret pê dikin ku wateya vê hemleyê desteka ji bo dewleta Tirk e ku dixwaze gerîla tasfiye bike. Ji ber ku ji bo li noqteya navborî bicihkirina pêşmergeyan ti îzaheke PDK’ê jî tine ye û ti wateyeke xwe jî jê re tine ye.

Li gorî agahiyên me ji derdorên HPG’ê wergirtine ji bo vê rewşa ku wê encamên cidî yên neyînî bi xwe re bîne ji bo were derbaskirin hin hevdîtin tên kirin. HPG ji bo ku derî li vê rewşa ku wê tansiyonê bilind bike û bibe sedema şer bigre dixwaze ku statuya berê were parastin. Yanî dixwaze pêşmerge vekişin.

mirov heke di serî de dewleta Tirk hêzên ku dixwazin deskeftiyên Kurdan tine bikin li ber çavan bigre tansiyona bilind a di navbera Kurdan de wê bi tenê xizmetê ji dijminên Kurdan re bike. Helbûkî şerê li Rojhilata Navîn dewam dike, pevçûn û nakokî li ser Kurdan yekitiyê ferz dike. Heke yekitî nebe jî qet nebe divê di navbera Kurdan de rewşeke ku dibe sedema şer û pevçûnan pêk neyê. Îro li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yan dewam dike. Wê di encama vî şerî de li Rojhilata Navîn hevsengî û statuyên nû çêbin. Li ser vî bingehî divê Kurd jî ne weke dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn parçebûyî bin. Qet nebe di milê dîplomasî û parastinê de li hev xwedî derkevin û hev nexin rewşên zor û zehmet. Pêdivî bi vê heye. Lê nêzîkatiyên PDK’ê yên li Şengal û Mexmûrê dîsa hewldan û daxwaza wê ya ji bo dorpêçkirina Qendîlê qet jî ne li gorî ruhê helwesta tê xwestine.

Di serî de dewleta Tirk hêzên ku naxwazin Kurd li Rojhilata Navîn bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk jixwe dixwazin ku Kurd ji hev parçebûyî û ji hev ketî bin. Heta arezûya wan ew e Kurd şerê hev bikin. Bi vî awayî wê Kurd qels û lawaz bibin. Heke Kurd wisa bin ew ê jî bikarin li ser Kurdan polîtîkayên xwe yên serdestiya qirrker bi iehetî rêve bibin. Ji ber vê yekê jî hêzên siyasî yên Kurdan bîrdozî û nêrîna wan a siyasî çi dibe bila bibe divê, nekevin xefkeke bi vî rengî. Li ser vî esasî jî lazim e PDK bi rêya bicihkirina pêşmergeyan a li qada Karoxê ku li Qendîlêye, qadên gerîla teng neke û dilê dewleta Tirk jî xweş neke. Ev daxwaza me bi tenê nîn e, gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Kurdistanê hemû vê yekê dixwazin.

Ev qada navborî dikeve aliyê YNK’ê. Ji ber vê yekê jî divê YNK’ê li dijî vê hewldanê bêdeng nemîne. Divê YNK bi rêya bi şirîkatî girtina qadê nebe alava meşrûkirina vê gavê. Ji ber ku heke li wê qadê rageşî çêbibe, şer biqewime wê herî zêde zirara xwe ji YNK’ê re hebe. Ti feydeya dorpêçkirina gerîla ji bo YNK’ê tine ye. Şirîkatiya dorpêçeke bi vî rengî berovajî hest û ramanên Mam Celal e jî. Mam Celal her tim wate û girîngiya gerîla ji bo gelê Kurd dizanî. Ew xwedî wê hişmendiyê bû ku heke gerîla qels bibe wê gelê Kurd jî qels bibe. Bi taybetî di demekî de ku Şerê Cîhanê yê 3’yan dewam dike her gavên ku ji bo qelskirina gerîla werin avêtin ji bo hemû Kurdan tê wateya xwe kuştinê. Ji aliyê PDK’ê ve nedîtina vê rastiyê îşaret pê dike ku bi PDK’ê re hişmedniya dîrokî qels e.

Divê PDK bibîne û bizane ku gelê Kurd çiqas bibe hêz û qewet wê hêzeke weke dewleta Tirk a dijminê Kurdan e jî polîtîkayên xwe yên êrişkar dewam bikin. Heke PDK vê rewşa nû ya li Rojhilata Navîn nebîne û qelsbûna gerîla ji bo xwe weke qezenc bibîne wê bikeve nav xefleteke dîrokî. Wê taliya talî zirarekî mezin bibînin. Siyasetek bi pêşbînî siyaseteke welê ye ku beriya mirov bikeve nav zirarê divê mirov nekeve nav şaşiyên ku wê bibin sedema zirarê. Ji lewre jî li Karoxê bicihkirina pêşmerge wê şaşiyeke mezin be. Êdî rageşî û şerê di navbera kurdan de divê neyê rojevê. Heke li wê derê şerek biqewime wê gelê Kurd PDK’ê berpirsyar bibîne. Ji ber ku ew pêşmergeyan dibe cihekî ku nayê qebûlkirin…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA