Pêngava Xezeba Firatê: Mizêla ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, şervanên Odeya Çalakiyê ber bi Reqayê ve her bi pêş ve diçin. Şervanan gundê Mizêla yê li bakurê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, şervanên Odeya Çalakiyê ber bi Reqayê ve her bi pêş ve diçin. Şervanan gundê Mizêla yê li bakurê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, ku di 4'ê Sibatê de dest pê kir, dewam dike. Gundê Mizêla, ku bi 20 kîlometreyan li bakurê Reqayê ye û ev 3 roj in şervanan dor lê girtine, danê vê sibehê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.
Karê lêgerîn û paqijkirina gund ji bermayiyên çeteyan dewam dike. Li vî gundî, çekek antî tank a bi tîpa Konkûrs û cenazeyên 4 çeteyan ketin destê şervanan.