BI DÎMEN

Pêngava Xezeba Firatê: Dor li gundê Mezîla hatiye girtin

Li gundê Mezîla şerekî dijwar diqewime. Dîmenên dorpêçî û şerê li vî gundî ji aliyê nûçegihanên ANF'ê ve hatin kişandin.

Di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de heta niha gelek gund ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ve hatine rizgarkirin.

Di roja pêncemîn a operasyona rizgarkirinê de şerekî dijwar diqewime. Piştî rizgarkirina gundê Bîr Seîdê, şervanên azadiyê berê xwe dan gundê Mezîla.

Gundê Mezîla ku bi 20 kîlometreyan dûrî navenda Reqayê ye, ji bo çeteyên DAIŞ'ê di asta stratejîk de girîng e. Rizgarkirina vî gundî wê ji bo çeteyên DAIŞ'ê bê wateya jidestçûna çepereke mezin û girîng.

Şervanên Odeya Çalakiyê ev du roj in dor li vî gundî girtine. Li gundê Mezîla şerekî dijwar diqewime. Dîmenên dorpêçî û şerê li vî gundî ji aliyê nûçegihanên ANF'ê ve hatin kişandin.