Pêngava Xezeba Firatê: 2 gundên din hatin rizgarkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de her bi pêş ve diçin, gundên Mûlîhan û Bedraniyê yên li bakurrojhilatê Reqayê rizgar kirin.

Qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê di roja 8. de ye. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê yên ji baskê Mekmenê bi rê ketin, ev du roj bûn dor li gundê Mûlîhan ê li bakurrojhilatê Reqayê girtibûn.

Piştî şerekî dijwar, gund ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.

Li aliyê din, gundê Bedraniyê jî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Tîmên pispor ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), dest bi rakirina mayîn û xefikên bombeyî yên çeteyan kirin.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê her bi pêş ve diçin.