Pêngava Xezaba Firatê ji du milan ve derdorê li DAIŞ’ê teng dike

Pêngava 3. a Xezaba Firatê ji du milan ve dest pê kir û bi lez û bez xeleka li derdora çeteyên DAIŞ’ê teng dike.

Qonaxa 3. a  Xezaba Firatê bi du baskan dest pê kir. Baskê yekemîn ji gundê Xiniz yê girêdayî Silûk, baskê duyemîn ji herêma Mekmen yên staratejîk ya gundê Bîr Beha destpê kir.

Baskê Xiniz ji sibê ve 10 km pêşket û rêka ku diçe gundê Galta kontrol kir. Bi vê ji bakurê rojhilatê Reqqa 24 km nêzîkî Reqqa bû. Gundê Bîr Seada û 3 mezrikên ku navê wan nayên zanîn  rizgar kirin.

Baskê Mekmen yê ji gundê  Bîr Beha 11 km pêşketin û du mezrikên navê wan nayên zanîn rizgar kirin.

Heta niha di şerên dijwar de  balafirên koalisyona dijî DAIŞ 15 êrîş pêk anîn û gelek çeperên çeteyên DAIŞ rûxandin. Şerê ji sibê de bi dijwarî didome , her du baskan qasî 10 km pêşve çûn, 10 çeteyên DAIŞ’ê kuştin. Ji wan du 2 cenazeyên wan ketin destê şervanên Odeya Çalakiyan Xezaba Firatê. Di şer de maşînekî leşkerî hate rûxandin. 2 keleşnikof û motorbisiklet hatin desteserkirin.