Pêngava Xezaba Firatê: Gundê Ciwêsê hate rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê piştî şerê dijwar gundê Ciwês ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û 12 km bi pêşve çûn.
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê piştî şerê dijwar gundê Ciwês ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û 12 km bi pêşve çûn.
Hemleya sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê bi hemû hêza xwe ve didome. Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ku baskê sêyemîn beriya niha bi sê rojan, ji aliyê Mekmen ve destpêkiribûn, li wê herêmê pêşveçûyîna şervanan dewam dike.
Li gorê nûçeya ajansa ANHA’yê piştî şerekî dijwar ji duh ve li gundê Ciwês rû dide, şervanan îro di saetên sibehê de gund ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Gundê Ciwês 12 km dikeve başur-rojavayê Mekmenê.
Di encama şer de, wesayîtekî bombebarkirî, panzêrek û wesayîtekî zirxî yên çeteyên DAIŞ`ê hatin rûxandin.
Hate ragihandin ku şervanên Pêngava Xezeba Firatê 12 km pêşve çûne.