Pêngava Xezaba Firatê: Gundê Bîr Saîd hat rizgarkirin û 17 çete hatin kuştin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Bîr Saîd ê Reqqayê ji çeteyan rizgar kirin,her wiha cenazeyê 17 çeteyan ket destê şervanan.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Bîr Saîd ê Reqqayê ji çeteyan rizgar kirin,her wiha cenazeyê 17 çeteyan ket destê şervanan.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê piştî şerekî dijwar ku ji duh ve didome, îro saet di 06.00ʹan de gundê Bîr Saîd ji çeteyan rizgarkirin.
Piştî rizgarkirina gund, operasyona lêgerînê hat destpêkirin û li vir 17 cenazeyê çeteyan, 10 çekên Kalaşnîkof û 43 jarjorê wê, 3 çekên BKC, 3 B-7 roket avêj û 8 roketê wê, dûrbina rojê, bêtêlek, 10 topên hawanê û 7 bombeyên destan hatin desteserkirin.
Şervanan piştî rizgarkirina gund derhal dest bi xwebatên lêgerîn û paqijkirina mayînan kirin, di encamê de 50 mayînên çeteyan hatin bê bandorkirin