NÛ BÛ

Pêngava Sêyemîn ya Xezeba Firatê jî dest pê kir

Qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê destpê kir, Fermandariya Odeya Çalakiyan a pêngavê bang li welatiyan kir ku dûrî noqte û bargehên çeteyan bibin.

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyê  destpêkirina qonaxa sêyemîn a Pêngava rizgarkirina Reqqayê ragîhand
Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, Mîralayî Telal Silo, Rûsipiyên herêmê, Şêxên êlên herêmê û fermandarên QSD`ê di dema dayîna daxuyaniyê amade bûn.

Daxuyaniya ku li gundê Şabdax a Reqqayê hate dayîn,  ji aliyê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku qonaxa sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê dest pê dike û dê di vê pêngavê de bejahiya rojhilatê Reqqayê ji komên çete yên DAIŞʹê rizgar bikin. Di daxuyaniyê de ji şêniyên gundên wan herêmê û hemû welatiyên sivîl hate xwestin ku nêzî bargehên DAIŞʹê û noqteyên ku dê bibin hedefa şervanên QSDʹê nebin.
Daxuyanî wiha ye:

ʺÇalakiyên leşkerî ji bo rizgarkirina erdnîgariya Reqqayê ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de çalakiyên leşkerî li rojavayê Reqqayê didomin. Di vê demê de em dest bi qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê dikin û vê yekê radighînin.

Her ku çeteyên DIAŞ`ê ber bi tinebûne ve tên êrîşa wan li ser gel zêde dibe. Di pêngava sêyemîn de em ê bi desteka gelê xwe gundewarên rojhilatê Reqqayê rizgar bikin û dawî li zilma çeteyên DAIŞ`ê ya li ser gelê herêmê, bînin.

Her wiha bi alîkariya Şêxên êlan, Rûsipiyên herêmê û hêzên Hevbendiya Netewî yan, çi çi jî bi hêzên xwe yên taybet ku ciyê xwe di nava şer de digirin em ê Reqqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Hemû grûbên ku tevlî pêngava yekemîn û duyemîn a pêngavê bibin dê dîse ciyê xwe di pêngava siyemîn a pêngava Xezeba Firatê de bigrin. Her wiha gelek ciwan ji herêmên nû hatine rizgarkirin û gurûpên leşkerî ku nû hatine avakirin, piştî ku perwerdeya leşkerî dîtine û çek rakirine dê tevlî qonaxa  sêyemîn a pêngavê bibin.
Di vî şerê dijwarê rizgarkirina Reqqayê û gundên wê de em bang Ii gelê xwe dikin ku ji cî û navendên çeteyên DAIŞ`ê dûr bikevin. Her wiha dema ku hêzên me gihîştin herêmê wan alîkarî bikin û werin herêmên bi ewle yên di bin parastina hêzên me de.

Em bang li ciwanên Reqqayê dikin ku tevlî nava refên hêzên me bibin û tevlî rizgarkirina Reqqayê û herêmê bibin.