Pêncewînî ji Rêberê Gelê Kurd re nameyek nivîsand

Siyasetmedar û rewşenbîrê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî bi boneya 22’emîn salvegera Komploya navnetewî ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re nameyek nivîsand.

Rewşenbîrê û siyasetmedarê navdar ê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî bi boneya 22. salvegera Komploya navnetewî ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re nameyek nivîsand.

Naverokê nameyê wiha ye:

“Nameyek bi bayê Bakur û hewran ji bo Îmraliyê

Birêz Apo yê têkoşer

Ev 22 salin ku dezgehên îstîxbaratî û serkutger ên cîhanê te ji gel, şoreş û têkoşîna azadiyê qut kir. Wana wisa dizanî ku bi qutkirina we ji şoreşê wê gelê Kurd êdî teslîm bibe û serê xwe li hemberî hêzê dewleta faşîst û dagirker ditewîne. Dijminan di vê mijarê de şaş kirin, ji ber ku xebat û têkoşîna we ya li girtîgehê ew rewş ser û bin kir.

Tê bîra min sala 1992’an cara yekem em hatin gel we li Dola Beqa ya Lubnanê. Dema me ji we pirsî ku eger hûn di encama planeke dijminan de bûyerek bê serê we, wê çarenûsa şoreş û PKK’ê çi be?

We jî wiha bersiva me da: “Min li vê akademiyê de bi hezaran gerîla (Apocî) perwerdekiriye, her yek ji wan şoreşgeran Ocalaneke. Şoreşa me wek şoreşên din nîne ku bi tinebûna pêşeng re şoreş jî tine bibe.

Şoreşa me şoreşa bîrdozî, exlaqî, fikir û fedakarî ye, me dest ji her sê faktorên wek pere, desthilat û têkiliyên zayendî berdaye. Her wiha me tirsa ji mirinê ji xwe dûr xistiye û kesayetiya mirovê jêhatî avakiriye. Ji ber ku şoreşa azadiyê bi mirovên jêhatî dikare pêk bê.

Em pîvan û çarçoveya mîrateya paşverû ku bi dirêjahiya dîrokê cih û nirxê kesyetiya gelê Kurd ji holê rakirî, hildiweşînin û kesayeta hêja ya ji bo mirovê Kurd avadikîn ku jin di nav de xwedî rol be û pêşengî bike.

Belê Birêz, wan jinên ku we li akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde kirine, destanan Kobanê afirandin, heman destana ku hişmendiya hemû cîhanê ya li hemberî hêza pêşengiya jinê, jêhatî û serbilindbûna jina Kurd gihande ber hewran. Destana Kobanê bû rêze fîlm û Ewropa û Emerîka gêj kir.

Beriya ku ew keç werin Beqayê û bibin gerîla, weke bûk li wan dihat temaşekirin, ji mişk ditirsiyan, lê niha çok bi artêşa Tirk didênin.

Birêz hema di wan çend rojên dawî de şagirdên we ango gerîla li çiyayê Garê pozê artêşa Tirk a dagirker bi erdê re kirin yek, cezakirin û bi serşorî wan ji lûtkeya çiyayê Garê avtin dûr. Ew heman kur û keç bûn ku li her çar parçeyên Kurdistan û welatên derve yên mîna Rûsiya, Ewropa, Avustralya, Emerîka û hwd hatin û we dersa şoreş û fedakariyê da wan. We ji wan re digot: ‘Hûn neviyên Med’an in ku serwerê niviya cîhanê bû. Niha welatê we hatî dagirkirin , divê leşkerekî fedakar bê avakirin ku wê azad bike. Ew leşker hûn in, ciwanên Krd

Belê yên we wan perwerde û mezin kir û kesayet û hebûna wan zindî kirî, îro li çiyayên Kurdistanê çeper bi çeper bi dijmin gav bi paş didin avêtin. Ji ber ku we ji wan re gotiye; biçin ser lûtkeya çiyayan û wê derê bikin niştîmana xwe.

Niha ji çiyayên Şaho, Dalaho û Qendîlê bigre heya Xakûrk, Zagros û Kurmanc û Amanosê, hemû kirine warê xwe û diparêzin. Her wiha ber bi avakirina hêzek leşkerî yê hevgirtî ji bo Kurdistanê bi pêşve diçin.

Birêz Ocalan, pirtûk û tezên we yên nû yên li Îmraliyê dinivîsin, yên bi Erebî û Kurdî gihîştine destê me, heman tezên nû yên we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û netewên din bi taybetî gelên bindest pêşkêş kiriye ne. Ev bûne mijara gotûbêj, balkêşî û daxuyaniyên hejmarek siyasetmedar û hin jî ji zanîngehên Ewropayê û pir nîqaş di nava aqilmend û rewşenbîran çêkiriye. Pirtûka we ya dawî ya bi navê “Perspektîfên Îmraliyê” hê jî negihîştiye destê min û wergerê Erebî nebûye.

Rojnamevanek navdar ê bi navê Cengîz Çandar ji min re got ku di vê pirtûkê de qala me tê kirin, ez pir sipasê we dikim. Her çiqasê di gelek nameyên ku we ji hevalan re şandibû, te di derbarê me de behskiribû û di kovara Serxwebûn hat weşandin. Dem bi dem hevalan min ji wan haydar dikirin, yan jî bi rêya hevalên HDP’ê ku diçûn Îmralî û Qendîlê silava we gihandin min. Min jî rewşa we pirs dikir. Bi taybetî heval Perwîn û Îdrîs hatin gel min û rewşa we ji min re ragihandin û gotin ku we min erkdarkiriye û ji min xwestiye ku weke berê aktîf bim û min jî bi serbilindî ew qebûlkir.

Birêz Ocalan; çawa ku min li Lubnan û Sûriyê soz da we û biryar da heya ku sax bim bi qasê hêza xwe xizmetê şoreşa Bakurê Kurdistanê bikim, ezê ti carî kêm nekim û ezê heya gelê Kurd bigihîje mafê xwe di hewldanê de bim.

Hêvîdarim ku çi li Amedê û çi li Hewlêrê be bikaribim bêm xizmeta we.”