Pêkhateyên Kerkûkê bang kirin: Dawî li êrîşên Tirkiyeyê bînin

Pêkhateyên cuda yên Kerkûkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişand ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk ku dibin sedema qetilkirina sivîlan û got: “Demê wê hatiye ku li ser vê axê dengê top û balafiran bêdeng bibin û hemû bi hev re di nava atşiyê de bijîn."

Bi tevlîbûna rewşenbîr, çalakvanên siyasî, mamsote, parêzer, siyasetmedar û kesên berniyaas ên bajarê Kerkûkê li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê li ser êrîşên dagirker ên Tirk daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hemû pêkhateyên bajar bang li Neteweyên Yekbûyî, welatên serdest, kesên azadîxwaz ên cîhanê kir ku li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û Îranê bêdeng nemînin.

Daxuyanî ji aliyê Mamoste Kazim Elî ve hate xwendin.

Elî diyar kir ku ev peyam ji bo Neteweyên Yekbûyî, Komkarên Welatên Ereb, Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî ya Emerîka, Brîtanya, Papa Venedîk, Iraq û ji bo hemû azadîxwazên cîhanê ye.

Elî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û topbaranên Îranê û diyar kir ku bi salan e sînorên herêma Kurdistanê û xaka Iraqê tên derbaskirin û tên bombekirin. Elî anî ziman ku di van êrîşan de heta niha bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûne. Elî bal kişand ser êrîşa dewleta Tirk a li Kortekê û malbatek bi temamî hate qirkirin.

Elî da xuyakirin ku bi salane ji ber topbaran û bomberdûmanên balafirên şer ên Tirk ziyan digihêje gundên li ser sînor û dibe sedemê şewitîn û jinavçûna baxçe, zevî û hilweşînên malên sivîlan. Elî anî ziman ku rojên borî dewleta Tirk bi balafiran Emrîka û çekên NATO’yê bombe li xaka Kurdistanê barandin bi hinceta hebûna PKK’ê.

Her wiha Mamoste Kazim Elî destnîşan kir ku ev 27 sal in PKK bi dehan cara banga aştiyê û gotûbêjan li dewleta Tirk dike, lê di serî de AKP û Erdogan bi êrîşan bersiv didin.

Elî bi domdarî got: “Di serî de erkê me û herêma Kurdistanê ye ku xelkê sivîl ji êrîşên dewleta Tirk û bi rêya aştî û guftogo dawî li şer û xwînrijandina Kurdan bînin. Çarenûsa Kurd li Îran, Tirkiye, Sûriye û dîsa herêma Kurdistanê dike ser stûyê me hemûyan ji bo wê bang li demokrasî mafê mirovan dikin; em komeke azadîxwazên Kurd û sivîlên Başûrê Kurdistanê bi rêya vê daxuyaniyê we vedixwînin erk û berpirsyariyên wijdanî û exlaqî û dibêjin; Demê wê hatiye ku li ser vê axê dengê top û balafiran bêdeng bibin û hemû pêkhate bi hev re di nava aştiyê de bijîn.”