Pêkhateyên Hesekê piştgiriya berxwedana Êzidîxanê dike
Bi hezaran mirovên ji Hesekê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên PDK‘ê yên li ser Şengalê û piştgiriya bi gelê Êzidxanê re herikîn Şengalê.
Bi hezaran mirovên ji Hesekê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên PDK‘ê yên li ser Şengalê û piştgiriya bi gelê Êzidxanê re herikîn Şengalê.
Çeteyên PDK‘ê û AKP‘ê di 3'ê Adarê de bi awayekî namerdane, êrîşê nuqteyên YBŞ‘ê û gelê Xanesora kirin. Van êrîşan rê li ber nerazîbûnan vekirin.
Pêkhateyên bajarê Hesekê yên Kurd, Ereb, Suryan, ji bo êrîşa çeteyên PDK'ê şermezar bikin û piştgiriyê bidin gelê Şengalê, bi konvoyek ji sedan wesayîtî berê xwe dan Şengalê.
Girseyê alên Yekîneyên Berxwedana Şengalê, Mala Êzidiyan, YPG/YPJ, TEV-DEM, Kongreya Star, partiyên siyasî, Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) hil da, bi wesayîtan bi rê ket.
Girseyê di rêwîtiya xwe de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Şengalê" û "Bimire îxanet" qîriya û li her gundî hat silavkirin.
Dema ku girse gihîşt bajarokê Xanesorê ji aliyê civaka Êzidî ve hate pêşwazîkirin.
Li Xanesorê jî berxwedana Êzidiyan hate silavkirin. Endamê Meclîsa Avakar a Şengalê Hecî Hesen axivî û bi bîr xist ku ne cara yekemîn gelê Rojava ji bo Şengalê helwest nîşan dide û got: "Di 3’ê Tebaxa 2014'an dema ku çeteyên DAIŞ‘ê êrîş bir ser gelê Êzidexanê, Pêşmergeyên PDK‘ê gelê me li beramberî fermaneke mezin hiştin. Keç û xortên Rojava sînor derbas kirin û bi hawara Şenglê ve hatin û gelê Êzidî ji komkujiyê xelas kirin. Dema ku ambargo li ser Şengal hate ferzkirin dîsa jî gelê Rojava xwedî li me derket û ambargo rakir. Vê carê jî gelê Rojava li hember îxanetê bê deng nema û hewlestên xwe nîşan dan û gotin ku ew Şengalê bi tenê nahêlin."
Hecî Hesen di dewama axaftina xwe de balkişand ser planên Erdogan û Barzanî û got, "PDK û AKP naxwazin projeyên me bi serbikevin û her tim di nava hewldanan de ne da ku serketinên me têk bibin. Lê em dibêjin ku êdî em sînoran qebûl nakin, Rojava û Şengal yek in. Em aştî û biratiyê dixwazin, em şer naxwazin."
Endamê Meclîsa Avakar a Şengalê di dawiya axaftina xwe de bang raya giştî kir ku rêzê ji vê hewlestê bigire û rewşa Şengalê ber çavan derbas bike û got: "Em hêvî dikin ku civaka navdewletî ku li hember pêkanînên Barzanî û Tirkiyê yên li dijî Şengalê bê deng nemîne. Em naxwazin ku fermaneke din bi serê me ve were. Her wiha banga me ji hin aliyên kurdî re heye, ku bi lîstikên Barzanî nexapin."
Girseya gel piştre serdana bexçeyê Serok Apo û Goristana Pekrewanan a Şehîd Dilgeş û Berxwedan kir.
Îro jî wê li bajarokê Xanesorê meşeke girseyî were lidarxistin. Şêniyên Hesekê yên hatine û civaka Êzidî a li Şengalê wê beşdarî meşê bibin.