Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn

Pêkhateyên Şengalê jî bi daxuyaniyek hevpar ragihandin ku beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dibin.

Îro saet 10.00’ê berê nîvro hemû sazî û dezgehên Şengalê, pêkhateya Ereb û civaka Êzidî, li gel PADÊ, TAJÊ û Tevgerên ciwanan bi pêşengiya Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku tevlî pêngava navnetewî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, dibin. Pêkhateyên Şengalê pêngava navnetewî ya bi dirûşma, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ silav kirin û ragihandin ew jî bi dirûşma, ‘Ji Rêber re Azadî, ji Şengalê re xweserî’ bi awayeke çalak tevlî pêngava azadiyê dibin.

Daxuyanî li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş ya çiyayê Şengalê, bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo û Hevserokê Meclisa gel a Erebên Şengalê Ebû Sedir ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bi kurtasî ev tişt hat gotin: “Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên Ewropayê û welatên cîhanê, bi pêşengiya nivîskar, hunermend, kesayetên navdar, siyasetmedar û sazîyên azadîxwaz de ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngaveke nû ya azadiyê hate destpêkirin. Ev pêngav ji aliyê hemû aliyên azadîxwaz ve bi dilgermî hate pêşwazîkirin û pêl bi pêl li hemû cîhanê belav dibe. Beriya her tiştî em jî vê pêngava dîrokî bi coş û dilgermî silav dikin.

Em bawer dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan jî, Şengala xweser û azad jî ji her demê nêzîktir bûye. Lê siyaseta şer û qirkirinê jî li ser serê me û gelên bindest berdewam dike. Ji ber vê, em dibêjin ku tenê rêyek li ber me heye ew jî berxwedan û têkoşîn e. Li ser vî esasî em jî wekî îradeya hemû pêkhateyên Şengalê; Reveberîya Xweser û saziyên wê, Meclîsa Gel, TAJÊ, Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, Oldar, Desteya Eşayîrî, Asayîşa Êzîdxanê, Meclîsa Ereban û PADÊ bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya siyasî’ Dibin.”