PDK, vê carê jî îkameyên welatiyên Bakur ji wan distîne
PDK'ê vê carê berê xwe da welatiyên Bakurê Kurdistanê yên ji ber zext û zora dewleta Tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bûne. PDK gefan li van welatiyan dixwe, ku wan radestî dewleta Tirk bike.
PDK'ê vê carê berê xwe da welatiyên Bakurê Kurdistanê yên ji ber zext û zora dewleta Tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bûne. PDK gefan li van welatiyan dixwe, ku wan radestî dewleta Tirk bike.
Welatiyên ku salên 1990'î de ji ber zext û zordariya dewleta Tirk ji warên xwe koçberî Başûrê Kurdistanê bûn û niha di kampên Başûrê Kurdistanê de dijîn, bi gefên PDK'ê rû bi rû ne.
Hat ragihandin, Asayîşa PDK'ê ya Duhokê nêzî hefteyeke bendên kontrolê datînin ser rêyên kampan û dest datîne ser îkameyên welatiyan.
Li gorî welatiyekî ji Rojnewsê re axivî û nexwest navê xwe ji ber ewlekariyê eşkere bike, PDK zextan li wan dike û 3 pêşniyaran li ser wan ferz dike.
Kesê navborî got, "Ya yekem dibêjin êdî hûnê bi ti şêweyî ji kampên xwe dernekevin. Ya 2. dibêjin, yan hûnê biçin Mexmûr û Rojava, ya 3. jî dibêjin em ê we radestî Tirkiyeyê bikin. Li Asayîşê listeyeke ji navê 50 malbatan heye. Li gorî wê lîsteyê îkameyên welatiyan ji wan digrin û nadin wan. Niha îkameya gelek welatiyan jê girtine. Li kampa me rewş ne başe, ceyranê li ser me qut dikin, ketin û derketina ji kampan hatiye qedexekirin."
Hêjayî gotinê ye ku li herêma Dihokê kampên wek Misirîk,Qesrok, Hesenîk û Şêxan gelek welatiyên ji bakurê Kurdistanê di salên 1990’î de ji ber êrîş û zexta dewleta Tirk koçî Başûrê Kurdistanê bibûnû niha jî PDK zextê li ser wan dike ku Başûrê Kurdistanê biterikînin.