PDK û Goran nerazîbûn nîşanî êrîşa Îranê da

Li dijî êrîşa rejîma Îranê ya îro saet 10:30’î ya li dijî navmendên PDK-Î û HDK ên li navçeya Koyê hate kirin, di saetên şevê de hikûmeta herêmê, Serok berê yê herêmê Mesût Barzanî û Tevgera Goran daxuyanî da.

Îro di saetên şevê de rejîma Îranê li dijî navnedên PDK-Î ya di bin serokatiya Mustefa Hicrî û HDK a di bin serokatiya Xalit Ezîz de ku li navçeya Koyê hate kirin êrîşek pêk anî. Di êrîşê de ji rêveberiyên her du partiyan 12 bi giştî 21 kesan jiyana xwe ji dest da, her wiha 39 kes jî birîndar bûn.

JI HIKÛMETÊ NERZÎBÛNEK ŞERMÊ

Di daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di saetên nîvroyê de hate kirin, ev tişt hate gotin: “Di encama êrîşa ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî navendên PDK-û HDK’ê ya li navçeya Koyê de kuştî û birîndar hene. Em vê bûyerê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin êrîşên welatên cîran ên li ser xaka Herêma Kurdistanê napejirînin û ev tişt hate gotin: “Ji bo aramî û ewlekariya Herêma Kurdistanê xirab nebe, daxwaz dikin ku rêz ji qanûnên me re bê girtin û herêmê nekin qada şer.”

GORAN BANGA LEZGÎN A CIVÎNA PARLEMENTOYÊ KIR

Tevgera Goran jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar ki. Tevgera Goran daxwaza lezgîn a civîna parlementoyê kir û ev tişt got: “Êrîşa Îranê, qetlîam siyasî û îxlala hiqûqî ye. Daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li dijî vê bûyerê bibe xwedî helwest û bêendiya xwe bi dawî bike. Divê bi lezgîn parlemeto bicive û li ser êrîşê bibe xwedî helwestekî cidî û helwestekî zelal diyar bike.”

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî jî êrîş şermezar kir.