PDK piştî biryara dadgehê ya li ser petrolê bûye rêwiyê Bexdayê

Piştî Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî biryar da ku bêyî Iraqê nabe ku petrol ji bo Tirkiye bê firotin, PDK'ê cara duyemîn berê xwe da Bexdayê.

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê li ser dosya petrolê ku Iraqê serlêdan kiribû, 25’ê Adarê Tirkiye û Herêma Başûrê Kurdistanê mehkûm kir û biryar da ku bê Iraqê nabe ku Herêma Kurdistanê petrolê bifiroşe Tirkiye.

Hema piştî vê rayedarên Iraqî peyamek ji bo Tirkiye şand û Tirkiye ji vê rewşê agahdar kir û heta hinardekirina petrolê jî hatibû rawestandin. 

Li ser vê yekê îro şandeyek ji bi pêşengtiya Wezîrê Darayî Awat Cenab Nûrî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê bi wekalet Kemal Mihemed, Serokê Dîwana Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah pêk tên ketin ser rêya Bexda li gel rayedarên Iraqî derbarê mijara neftê bicive.

Ev serdan piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî ya derbarê nefta ku herêma Kurdistanê bê hikûmeta navnendî ya Bexda li gel Tirkiye kiribû û li ser vê dosyayê hate mekûmkirin pêk tê.

Li gorî agahiyên hatin girtin, şandeya herêmê û Iraqî wê li ser çawaniya lihevkirin û ji niha şûnde hinardekirina petrolê nîqaş bikin, li ser bûdceya ku ji neftê bê çawa bê dabeşkirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye berî niha jî bi du rojan şandeyeke ya herêma Kurdistanê berê xwe dabû bexda.

Sala 2014’an PDK’ê bê agahiya Bexdayê ji bo şandina nefta herêma Kurdistanê bi Tirkiye re peymaneke 50 salî îmzekiribû. Li ser vê hikûmeta federal a Iraqê gilî kiribû û ev yek weke ne ‘rewa’ pênase kiribû. Rayedarên Iraqî anîbû ziman ku ev peyman tê wateya binpêkirina peyman neftê ya sala 1973’an

TIRKIYE 1.4 MILYAR DOLAR TEZMÎNAT BIDE IRAQÊ

Dadgeha Lihevanînê biryar da ku Wezareta Petrolê ya Iraqê bi rêya şîrketa petrolê ya dewletê SOMO 'yekane sazî ye ku xwedî erka firotina petrolê ya bi rêya bendergeha Tirk a Ceyhanê ye."

Hikumeta navendî doza tazmînatê ya ji bo 30 milyar dolarî vekiribû û dadgehê jî biryar da, ku Tirkiye 1.4 milyar dolar tazmînatê bide hikumeta Bexdayê.

Biryara dadgehê têkildarî dema navbera salên 2014-2018'an a firotina petrolê ye. Doza têkildarî firotina petrolê ya dema navbera salên 2018-2023'an jî dewam dike.

DAHATA PETROLÊ YA SALA 2022’AN A HERÊMÊ Û IRAQÊ

Li gorî daneyên Wezareta Neftê ya Iraqê, bi rêya Kampanya Somo sala 2022’an 1 milyar û 208 milyon û 531 hezar û 119 varêl petrol hatiye firotin. Ev yek jî miqabilî rojane 3 milyon û 311 hezar û 416 varêl petrol hatiye firotin. Li gorî vê yekê her varêlek bi nirxê 95,53 dolarê Emerîkî hatiye firotin. Ev yek jî bi giştî dike bihayê 115 milyar û 466 milyon û 245 dolar.

Li gorî saziya Rûbîn a zelalî li proseya neftê jî raporek belav kiriye û li gorî wê ew dahata herêma Kurdistanê ji kampanyayên neftê digire eşkere kiriye. Li gorî raporê dahata Herêma Kurdistanê ji 10 bîrên petrolê yên bi rêya 11 kampanya sala 2022’an bi dest xistî 3 milyar û 115 milyon û 800 hezar dolar e.

Herêma Kurdistanê li meha Çileya îsal 11 milyon û 825 hezar varêl neft bi rêya bendera Tirkiye gihandiye cîhanê. Her varêlê neftê bi bihayê 70 dolar firotiye, ev yek jî dike 832 milyon û 953 hezar dolar. 466 milyon dolar xerca derxistinê ye. 366 milyon jî ji bo xizîneya hikûmetê maye.