PDK nahêle gel tevlî Newroza li Qendîlê bibe
Welatiyên ku dixwazin tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê bibin, ji aliyê hêzên asayîşê yên PDK'ê ve tên astengkirin.
Welatiyên ku dixwazin tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê bibin, ji aliyê hêzên asayîşê yên PDK'ê ve tên astengkirin.
Hêzên Asayîşa PDK'ê, li bendên kontrolê yên li nahiya Qasrê ya navçeya Çoman a Hewlêrê û nahiya Werte ya li Rewandûzê, pêşî li gel girtin.
Asayîşa PDK'ê konvoya ji sedan wesayîtî pêk tê, li bendên kontrolê disekinîne û nahêle derbas bibe.