PDK li cihê ku kemîn danî pêşiya 3 gerîlayan, benda kontrolê datîne

PDK, li herêma ku 13'ê Kanûnê li navbera gundên Kanê û Dêreşê kemîn danîbû pêşiya 3 gerîlayan, benda kontrolê datîne.

Hêzên PDK'ê şeva 13'ê Kanûnê li ser rêya navbera gundên Kanê û Kêreşê yên navçeya Amediyê kemîn danîbûn pêşiya wesayiteke gerîla, wesayita gerîla xwestibû vegere, lê hêzên PDK'ê bi çekên giran gule lê reşandibûn û di encamê de 3 gerîla bi giranî birîndar kiribûn.

PDK ji bo vê êrişê binixumîne îdîa kiribû ku li cihê bûyerê bendên wan ên kontrolê hene. Lê belê piştî ku dîmenên cihê bûyerê di çapemeniyê de hate weşandin, eşkere bû ku ev îdîaya PDK'ê nerast e, li herêmê ti bendeke kontrolê nîne û hêzên PDK'ê êriş birin ser gerîla.

Hêzên PDK'ê li ser rêya navbera gundên Kanê û Dêreşê yên navçeya Amediyê, ji 23'ê Kanûnê ve dest bi danîna bendeke nû ya kontrolê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê û ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Bawer Dersim jî di bernamayeke televîzyonê de diyar kiribûn ku herêma navborî bi dehan sal in rêgeheke gerîla ye.

Danîna bendeke nû ya kontrolê ya li herêmê, weke amadekariya êrişeke nû ya PDK'ê ya li ser herêmê tê dîtin.