Bawer Dersim: Em alîgirê diyaloga nava Kurdan e

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Bawer Dersim bang li PDK'ê kir ku "helwesteke rast" nîşan bide û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike. Dersim got, "Bila kes hesabekî şaş neke."

Ji Fermandarên NPG'ê Bawer Dersim êvara Pêncşemê beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haber TV bû û rageşiya li Başûrê Kurdistanê nirxand.

Dersim diyar kir ku rojên dawî, ji ber hin hêzên bi rêveberiya PDK'ê rewşeke aloz rû daye û bal kişand ser zerara vê alozî û rageşiyê li gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê û her çar aliyên Kurdistanê.

Bawer Dersim anî ziman ku ev rageşî destketiyên ku gelê Kurd bi berdêlên giran afirandiye dixe nava metirsiyê û destnîşan kir ku sedema bingehîn a vê aloziyê û metirsiya şer, polîtîkaya PDK'ê ye.

Dersim got, "Tevgera me ji vê rageşiyê berpirsyar nîne" û destnîşan kir ku ew bi sebreke mezin ji bo parastina destketiyên neteweyî yên gelê Kurd, bi armanca pêşîgirtina li şerekî gengaz bi hesasiyeteke mezin tevdigerin.

'LI DIJÎ TEVGERA ME KONSEPTA TASFIYEYÊ DI ROJEVÊ DE YE'

Bawer Dersim got, "Bila gelê me baş zanibe ku li dijî tevgera me konsepteke tasfiyeyê di rojevê de ye. Hêzên ku dixwazin Kurdan qir bikin, li pêşiya pêkanîna vê plana xwe, PKK'ê weke astengiya herî mezin dibînin, lewma li ser tasfiyekirina PKK'ê biryar dane."

Bawer Dersim anî ziman ku dewleta Tirk destketiyên Kurdan ên li her parçeyî li pêşiya paşeroja xwe weke astengiyê dibîne, lewma bi rengekî bêperwa êriş dike û got, "Hin hêzên navneteweyî jî di mijara tasfiyekirina PKK'ê de Tirkiyeyê teşwîq dikin. Bi her awayî piştgiriya siyasî û leşkerî didin Tirkiyeyê."

'JI BO PLANA TASFIYEYÊ, PÊWÎSTIYA BI ALIYEKÎ KURD'

Fermandar Dersim destnîşan kir ku di nava vê plana tasfiyeyê de pêwîstiyê bi aliyekî Kurd dibînin û got, "Baş zanin ku heta xiyaneta Kurdan nebe nikarin vê komployê bi ser bixînin. Bi vî rengî dixwazin nokeriya Kurd jî bikin amûrek ji vê lîstika mezin. Lewma bêguman di nava vê komploya dijî tevgera me de aliyekî Kurd heye. Hin hêzên li Başûrê Kurdistanê ji nişka ve ketin nava liv û tevgerê, bi taybetî jî 2 salên dawî ev tevgera xwe zêde kirin. Ev yek jî bû sedem ku fikarên me zêde bibin. Êrişên ku di nava salên de li dijî tevgera me hatin kirin, hewldanên dorpêçkirin, tengavkirin û propaganda şerê taybet psîkolojîk a li dijî tevgera me ev fikarên me piştrast kirin.

'GAVÊN KU PDK DIAVÊJE CIHÊ FIKARAN E'

Em baş zanin ku hin hêzên Başûrî li dijî tevgera me hatine îqnakirin. Bi taybetî polîtîkayên PDK'ê yên meyla li ser vê yekê, nêzîkatiyên xwe yên dilxwaziya ji vê polîtîkayê re, gavên xwe yên ji qral bêhtir qralperest, dibin sedem ku fikar zêde bibin. Ev yek zerarê dide gelê me û destketiyên gelê me. Temamiya PDK'ê di nava komployê de nebe jî beşek jê di nava vê komployê de ye. Em hêvîdar in ku PDK wê nekeve nava vê şaşitiya dîrokî û li dijî tevgera me cihê xwe li nava refên dijmin negire. Ev yek wê bibe şaşitiyeke mezin, wê li dijî gelê me bibe neheqiyeke mezin û bê wateya beralîkirina destketiyên gelê me."

'YÊ KU ÎRADEYA BAŞÛR NAS NAKE, DEWLETA TIRK BI XWE YE'

Fermandarê NPG'ê Dersim bal kişand ser propagandaya li hin saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê ku îdîa dikin, ew hurmetê nîşanî îrade û rêveberiya Başûr nadin û destnîşan kir ku ew li pêşberî îrade û rêveberiya Başûrê Kurdistanê heta dawiyê bi hurmet in û ji bo parastina vê îradeyê jî di dema êrişên DAÎŞ'ê de ew li gelek herêman bi erka parastinê rabûn.

Dersim got, "Yê ku îradeya gelê Kurd û îradeya rêveberiya Başûr nas nake dewleta Tirk bi xwe ye. Sala 2017'an di referandûma serxwebûnê de gelê me yê li Başûrê Kurdistanê îradeya xwe nîşan da, lê belê yên ku li ber vê îradeyê rabûn rejîma Erdogan-Bahçelî û dewleta Tirk bû. Piştî wan jî Iraq kete nava liv û tevgerê. Bi rengekî eşkere anî ziman ku ew îradeya gelê Kurd nas nake û dest bi êrişê kir. Di encamê de jî ji sê paran parek ji destketiyên Başûr ji dest çûn. Gelo sedema jidestçûna van destketiyên Başûrê Kurdistanê, sedema jidestçûna Kerkûkê em in yan dewleta Tirk e? Yê ku îradeyê nas nake em in yan dewleta Tirk e? Pêwîste ev rastî bê zanîn. Gelê me ji xwe bi vê rastiyê zane."

Dersim pirsgirêkên heyî yên gelê Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got, "Yê ku ev pirsgirêk afirandiye dewleta Tirk bi xwe ye."

'EM BANG LI PDK'Ê DIKIN KU HELWESTEKE RAST NÎŞAN BIDE'

Ji fermandarên NPG'ê Bawer Dersim bi dewamî wiha axivî: "Lewma em bang li PDK'ê dikin ku helwesteke rast nîşan bide. Helwesta rast ne ew yek e ku PKK'ê weke çavkaniya pirsgirêkan nîşan bidin. Helwesta rast ew nêzîkatî ye, ku Kek Mesûd Barzanî di dema êrişên DAÎŞ'ê de serdana çeperên gerîla yên li Mexmûrê kir, serdana fermandarên gerîla kir û nîşan da ku ew bi hev re ne. Helwesta rast a neteweyî ev e. Em dixwazin wê helwestê bibînin. Ya ku gelê Kurd bi ser bixîne û gelê Kurd ji metirsiyan biparêze ev helwest e."

'KONVOYÊN TIRK BI SERKÊŞIYA PÊŞMERGEYAN DIÇIN BAREGEHÊN XWE'

Bawer Dersim bi bîr xist ku hêzên gerîla xwe ji bo gelê Başûr feda dike û got, "Bi zanebûn hewl tê dayin ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê nixumandin. Xaka Başûrê Kurdistanê bi destê PDK'ê pêşkêşî Tirkan hatiye kirin, bi dehan nuqteyên leşkerî hatine avakirin. Konvoyên dewleta Tirk bi serkêşiya pêşmergeyan diçin baregehan. Ji bilî xizmeta koleyekî ji efendiyê xwe re ev yek nayê ti wateyê."

Têkildarî rexnekirina PKK'ê jî Dersim got, "Eger şaşitiyeke PKK'ê hebe bila rexne bikin. Lê belê dema ku pênc rexne li PKK'ê kir, divê rexneyekê jî li dewleta Tirk bike"

'ŞERÊ NAVBERA KURDAN WÊ XIZMETÊ JI DEWLETA TIRK RE BIKE'

Ji fermandarên NPG'ê Dersim diyar kir ku PDK hin hêzên taybet ên bi navê 'Pêşmergeyên Gulan' yan jî 'Pêşmergeyên Roj' derdixîne hemberî wan, bi vî rengî dixwaze şer rû bide û wiha dewam kir, "Bi rastî jî eger nêzîkatiya bi berpirsyarî ya tevgera me nebûya, eger Fermandariya me ya Biryargeha Navendî li ser hêzên gerîla ne xwedî kontrol bûya, wê rewşeke neyînî rû bida û windahî jî çêbibûya. Di vê mijarê de em gelekî bi berpirsyarî tevdigerin. Ji ber ku em zanin, şerekî navbera Kurdan wê bi kêrî dewleta Tirk bê, wê xizmetê ji dewleta Tirk re bike. Dewleta Tirk bi israr dixwaze bi destê PDK'ê şerekî navxweyî derxîne. Divê kes xizmetê ji planên dewleta Tirk re neke, nekeve vê xefikê."

Bawer Dersim diyar kir ku eger ev hemû êrişkarî û hewldan bi zanebûn tê kirin, hingî rewş metirsîdar e û got, "Eger dibêjin, 'Dewleta Tirk li dijî PKK'ê şer dike, PKK lawaz bûye, yan jî konseptek bi piştgiriya hêzên navneteweyî di dewrê de ye, PKK wê tasfiye bibe, me ev yek bihîst, bi vê firsendê ez ê bi ser PKK'ê ve biçim', hingî ev yek şaşitiyeke mezin e. Ev yek gelek caran hate ceribandin. Di dema derbasbûyî de gelek caran eşkere bû ku PKK tasfiye nabe."

'BILA KES HESABÊN ŞAŞ LI SER PKK'Ê NEKE'

Dersim diyar kir ku tasfiyekkirina PKK'ê nepêkane û got, "PKK gel e, gelê Kurd e, gelê Kurd ê xwedî îradeya azadiyê û hişmendiya azadiyê ye. Heta ku gelê Kurd tune nebe, PKK tune nabe."

Bawer Dersim got, "Bila kes nekeve nava vê şaşitiyê, hesabên şaş neke! Bila kes sebra PKK'ê nefûrîne, kes hêza PKK'ê test neke! Bi navê tevgerê ti biryareke me ya şer a li dijî PDK'ê nîne; bila geleê me jî raya giştî ya demokratîk jî baş zanibin. Ji bo şer û alozî rû nede em gelekî nerm nêzîk dibin. PDK hatiye herêmên ku 20 sal in ne lê ye, di rewşeke wiha de jî ji bo komplo û provokasyon nebe em bi sebr nêzîk dibin. Bila kes vê sebra me weke lawaziyê nebîne."

'DU BIRYARÊN GIRÎNG'

Ji Fermandarên NPG'ê Bawer Dersim li ser nêzîkatî û biryarên xwe yên têkildarî rewşê wiha axivî:

"Biryara me eşkere ye. Em li dijî ti hêzeke Kurd şer nakin. Ti hinceteke mafdar a vî şerî ji xwe nîne. Lewma me li hemberî kesî şer ranegihandine, biryareke me ya şer nîne. Biryara me ya destpêkê wiha ye.

Biryara me ya duyemîn jî wiha ye; kî dibe bila bibe, kî bi ser me ve bê, eger pêwîst bike em ê bi rengê herî tund bersivê bidin. Di vê mijarê de em ê tawîzê nedin kesî. Eger em îro bi rengekî nerm tevdigerin, ji bo çareseriyê tevdigerin, divê kes vê şaş fêhm neke. Ev yek ne lawazî ye, berevajî; ev yek nêzîkatiya bi berpirsyarî ye, hesasiyeta li berjewendiyên yekîtiya neteweyî ya Kurd e. Divê bi vî rengî bê fêhmkirin."

Fermandar Dersim diyar kir ku eger di helwesta liv û tevgera li qadên gerîla de israr bikin, her carê pêşî li hêza gerîla bê girtin, bivê nevê hin tişt dikarin ji kontrolê derkevin, dibe ku şerekî ku nayê xwestin rû bide.

Dersim got, "Divê kes zemînê ji provokasyonê re amade ne. Her carê bi navên cuda hêzê dernexînin pêşiya hêzên me. Em zanin ku pêşmergeyên normal ji vê rewşê aciz in, em baş zanin ku gelê me ji vê rewşê aciz e. Lê belê hin derdor hene ku biryara xwe li aliyê dijminê Kurdan dane û di vê mijarê de bi israr in ku planên dewleta Tirk bi cih bînin. Ew ê bi ser nekevin. Hêrs û dijminatiya wan a li dijî PKK'ê wê bi ser nekeve."

'ŞEREKÎ GENGAZ WÊ LI METÎNA, GARÊ YAN JÎ XAKURKÊ BI SÎNOR NEMÎNE'

Fermandar Bawer Dersim bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî tevbigere û got, "Şerekî gengaz bi kêrî kesî nayê. Di serî de wê zerarê bide gelê me yê Başûr. Eger şerekî gengaz rû bide wê li cihekî nemîne. Yanî divê kes nebêje ku şer tenê wê li qada çiyayî li Metîna, Garê yan jî Xakurkê bi sînor bimîne. Şerekî gengaz wê bandoreke giran li hemû parçeyên Kurdistanê bike. Wê bandorê li Rojava bike, li Hewlêrê, li Duhokê bike, li wir jî belav bibe. Beriya her tiştî wê aboriya Başûr têk bibe. Wê gelê me tengav bike, pirsgirêkên nû biafirîne. Wê şerekî navbera du hêzan nemîne. Gelek tiştên ku yên van herêman bi rê ve dibin jê sûdê werdigirin bi şer re wê xisarê bibînin, wê bi xwe jî winda bikin."

'EM ALÎGIRÊ DIYALOGÊ NE'

Di dawiya axaftina xwe de Dersim got, "Bila kes hesabê şaş neke, divê her kes PKK'ê rast binirxîne, hêza wê rast binirxîne û li gorî wê polîtîkaya xwe diyar bike. Em her tim alîgirê çareseriyê ne, em alîgirê diyaloga navbera Kurdan e. Ji niha û pê ve jî em bang li her kesî dikin ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Em teqez naxwazin ku şerekî biçûk jî rû bide. Em di heman helwesta xwe de bi israr in. Ji bo şer û rageşiyeke gengaz rû nede em gelekî hewl didin. Lê belê ev nayê wê wateyê; dema ku kêr gihîşt qirika me yan jî teslîmiyet hate ferzkirin em ê bêdeng bimînin.

Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigerin. Em li bendê ne ku gelê me bi vê rastiyê helwesteke hîn xurt nîşan bide. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin."