PDK li Başûrê Kurdistanê dixwaze bi zorê ciwanên Rojava tevlî nav pêşmergeyan bike
PDK bi mebesta ku ciwanan tevlî 'Pêşmergeyên Rojava' bike, gefê li ciwanên Wargeha Domîsê ya li Duhokê dixwe.
PDK bi mebesta ku ciwanan tevlî 'Pêşmergeyên Rojava' bike, gefê li ciwanên Wargeha Domîsê ya li Duhokê dixwe.
PDK bi armanca tevlîbûna li 'Pêşmergeyên Rojava' zêdetir bikei zextê li ser ciwanên Rojava yên li Başûrê Kurdistanê dike. Li gorî çavkaniyek ji Kampa Domîsê ya girêdayê bajarê Duhokê yê Başurê Kurdistanê, hat PDK zextê li ser ciwanên Rojava yên li kampê dike.
NASNAMEYA CIWANÊN LI KAMPÊ JI WAN HATIN STANDIN
Hat destnîşankirin, piştî ku PDK'ê û komên pê ve girêdayî nîqaşa 'wê Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin' xistin rojeva xwe, PDK vê carê ji bo hejmara pêşmergeyan zêde bike ket nav tevgerê. Hat ragihandin, ji bo ciwanên di kampa Domîs de dimînin tevlî pêşmergeyan bikin, zext danîn ser wan. Li gor çavkaniyekê ya ji kampê, hate destnîşankirin ku gelek ciwanan ev daxwaza PDK’ê qebûl nekirin. Heman çavkaniyê diyar kir ku li ser vê helwesta ciwanan PDK’ê jî ji bo ji kampê dernekevin û wan tengav bikin, nasnameya wan ji wan girtiye.
Hat ragihandin, li gel ku propagandaya wê fonê pêşmergeyan zêde bikin hat kirin jî, gelek ciwan ji bo ji kampê derkevin û berê xwe bidin Rojava serî Rêveberiya Kampê dane. Ciwanekî ku bi rêya telefonê xwe gihande ajansa me û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, destnîşan kir ku ew bang li saziyên navneteweyî dikin ku bala xwe bidin ser vê mijarê bin.
Di demên dawî de rêveberên hikumeta başurê Kurdistanê, PDK û ENKS’ê nîqaşa 'wê Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin' xistin rojevê. Rêveberên ENKS û PDK’ê ku ji bo derbasbûna pêşmergeyan alîkarî ji Amerîkayê bixwazin, serî li Serokatiya DYA’yê dabûn. Hat îdîakirin, ku Amerîka jî bersiva 'ji bo pêşmerge karibin derbasî Rojava bibin hejmara wan têrê nake' daye û li ser vê yekê hewl didin hejmara wan zêde bikin. Hat destnîşankirin ku piştî vê bersivê PDK û komên pê ve, ji daxuyaniya xwe ya beriya niha vegeriyane û gotin, ku ew niha pêşmergeyan derbasî Rojava nakin lewra ew ê careke din rê nedin şerekî birakujiyê.
NAKOKIYA LI SER HEJMARA PÊŞMERGEYÊN PDK'Ê
Ev demeke ku ji hêla rêveberên PDK’ê û ENKS’ê ve dihat diyarkirin ku hejmara 'Pêşmergeyên Rojava' 10 hezar e, lê di daxuyaniya dawî ya rayedarê PDK’ê Mesrûr Barzanî de, aşkere kiribû ku hejmara van pêşmergeyên wan 3 hezar û 300 kes in.