Li Deşta Nehlê hêzên PDK'ê bi muxtarên gundên Deşta Nehlê re ketiye nav pêwendiyê û hejmara telefonên şivanan ji wan xwestin.
Van hêzan bi telefonê teklîfa sîxuriyê li şivanên herêmê kirin û li gor agahiyan van hêzan ji şivanan re wiha gotine, "Dema hûn ajalên xwe dibin çiya, hûnê wargehên gerîla tespît bikin û koordînatên wan ji me re bêjin."
Heman hêz her wiha bi droneyan li herêmê keşfê dikin.
Hêzên ser bi PDK'ê li qada Sorçiyan a girêdayî Dînartê li ser noqteyên xwe hêz zêde kirine û gelek noqteyên nû jî li vê derê vedane.
Ji bo van noqteyan 10 wesayitên zirxî yên hammer û gelek çekên giran hatine veguhastin.