PDK li dijî tevgera azadiyê komeke nû ya çete ava dike

PDK li ser daxwaza Tirkiyeyê bi rêya çend kesayetan li herêma Behdînan û Bradsotê dest bi avakirina sîstemekî nû ya çetewarî kiriye. Tê gotin, armanca vê komê ew e ku li dijî PKK’ê karê sîxuriyê ji bo dagirkeriya Tirk a li herêma Bradostê bike.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker, çend berpisên leşkerî ji bo avakirina bendên kontrolê û komeke nû ya çeteyan erkdar kiriye. Li gorî agahiyên ANF’ê li herêmê bidestxistî yek ji van berpisyarên PDK’ê Şêx Îmran Hacî Mihemed Lolanî birayê Şêx Hisên Lolanî û Mamî Erşad parlamenterên PDK’ê ne.

PDK Û MÎT HEVKARIYÊ DIKIN

Şêx Îmran yek ji fermandarên payebilind ên Leşkerî yên Barzan e û heman demê endamê MÎT’a Tirkiyeyê ye. PDK û Tirkiyeyê hem di aliyê madî û hem di aliyê teknîkê de derfetên mezin daye Îmran ku ji bo bikaranîna ciwanên herêma Bradostê li dijî PKK’ê.

ERKA WAN CIHÊN GERÎLA NÎŞAN BIDIN

Her wiha ev kes dixwaze li herêmê di nava eşîra Bradost û Herkî de terîqeta sofî (Cîhad) zindî bike. Bi navê Îslamê li herêmê digere û pereyan ji xelkê kom dike. Ji bo şopandina tevgera PKK’ê bi rêya çend kesên sofî parastina MÎT a Tirkiyeyê dike. Ev kes û sofî ku li her cihekê gerîla bibînin an wesayîtên PKK’ê bibînin bi rêya Parastin, qereqolên Lêlikan û Çiyadêl ên MÎT’a Tirkiyeyê agahdar dikin. Piştre balafirên şer ên dewleta Tirk cihên ku diyar kirine bombebaran dikin.

LI DIJÎ ŞOPA BAPÎRÊ XWE DERKETIN Û BÛNE SÎXÛR

Karê sixûrtiya Şêx Îmran a ji bo PDK’ê di demekê de ye ku piştî mirina bapîrê Şêx Hisên û Şêx Îmran Şêx Reşîd Lolanî koça dawî kiriye destpê kiriye. Dema Şêx Reşîd Lolanî dijiya li dijî PDK û dewleta Tirk a dagirker bû. Lê piştî koça bapîrê wan Şêx Hisên û Şêx Îmran bi navê xwe, beşek mezin ê eşîr û terîqetê teslîmî PDK’ê û Tirkiyeyê bûn. Her wiha sala derbasbûyî Erşed Şêx Hisên li gundê Bermîze li deşta Berazigir leşkerên Tirk vexwandibû xwarinê. Li aliyê din Şêx Hisên û Erşedî di hilbijartina Stenbolê ku hate nûkirin de li Stenbolê ji bo namzetê AKP’ê kar dikirin.

WELATIYÊN HERÊMÊ LI DIJÎ WAN RABÛN

Ji bo komkirina xelkê li dora xwe li herêma Bradost û navçeyên wê gelek geriya. Lê xelkê deverê karê sixûrtiya li dijî PKK’ê red kirin û bi tundî bersiva Şêx Îmran dane.

DI WARÊ AVAKIRINA KOMÊN ÇETE DE, PDK TÊRA XWE BI EZMÛN E

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Kurdistanê PDK di karê avakirina çeteyan de xwedî ezmûnekê ye. Beriya niha çend caran komên çete avakirin, di bin dagirkeriya dewleta Tirk de û bi rêya van çeteyan çend şoreşgerên mezin ên Başûrê Kurdistanê weke Şehîd Mame Rîşe, Şehîd Aram û Şehîd Doktor Sîrwan şehîd xistin.