PDK'ê koordinat da balefirên şer yên Tirkan

Ji bo balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Şengalê bixin, derket holê ku PDK'ê kordîneyên cihên lêbixe dane balafirên şer ên artêşa Tirk.

Şevê din derdora seat 02.30’an balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Şengal bomberdûman kirin. Di encamê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û ziyanên madî gihiştin derdor.

Li gori çavkaniyek taybet ku me ji herêmê wergirtin, hat diyarkirin ku peşmergeyeke eslê xwe ji bajarê Zaxo koordina cihê geliyê Kersê, qahê û Amûd dane balefirên şer ên Tirk. Ev peşmerge jî di encama êrîşa balafiran de jiyana xwe ji dest daye.

Ev jî carekî din dide îsbatkirin ku balafirên şer ên dewleta Tirk bi agahiyên PDK’ê ve herêm bobmerdûman kirine.