NÛ BÛ III

PDK'ê êrîşî Êzidiyan kir: Jinek hat kuştin, 10 kes jî birîndar bûn

Girseya gel a ji bo şermezarkirinê ber bi çeperên hêzên PDK'ê ve meşiya, bû hedefa êrîşa çeteyên PDK'ê. Ji ber êrîşa çeteyên PDK'ê jineke sivîl jiyana xwe ji dest da, 10 sivîl jî birîndar bûn.

Li bajarokê Xanesorê yê Şengalê, bi hezaran kes ji bo şermezarkirinê ber bi çeperên çeteyên PDK-AKP'ê ve meşiyan.

Hêzên çekdar ên PDK'ê gule li gel reşandin. Di encama êrîşê de endama meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Naîf Qaval jiyana xwe ji dest da. 10 sivîl jî birîndar bûn û 2 ji van sivîlan jê bi guleyên çekê, 8 jî bi bombeyên gazê birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya li Xanesorê û tên dermankirin.

Girseya ku bû hedefa êrîşa komên çete yên PDK’ê, vegeriya Xanesorê. Girse di van kêliyan de li navenda bajarok daxuyaniyê dide çapemeniyê.