PDK’ê dest bi destgîrkirina kadroyên YNK’ê kir

PDK’ê bi operasyonekê li Hewlêrê endamê rêveberiya malbenda 3’an a YNK’ê destgîr kir. YNK’ê PKD’ê bi revandina endamên xwe sûcdar dike.

Nelihevkirin û aloziyên di navbera PDK û YNK’ê ya li ser pirsa wezareta dadê ya li Bexda, encûmena walîtiya Kerkûkê û hikûmeta pêşerojê ya Herêma Kurdistanê û şûnde, her diçe zêdetir dibin.

Nakokiyên navbera herdu aliyan bi daxuyaniyên li pêşberî hev re hatin destpêkirin. Meha borî kadroyên her du partiyan daxuyaniyên tund beramberî hev dabûn, niha jî gihişte wê astê ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK) dest bi operasyonên li dijî kadroyên Yekîtî Nîştîman Kurdistan (YNK) bikin.

Çapemeniya fermî ya YNK’ê ragihand ku hêzên Asayîşa PDK’ê saet 10:30’î şeva borî li dijî endamê rêveberiya malbenda YNK’ê ya 3’an Pêşrew Weysî operasyonek kir û bi ser mala wî ya li Hewlêrê de girtin. Dîsa hate diyarkirin ku li Taxa Rewşenbîrî ya Hewlêrê jî hewl hatiye dayîn endamekî din jî yê YNK’ê bi navê Lêzan Bekir destgîr bikin.

Têkildarî operasyonê Rêveberê Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê Tariq Nûrî daxuyaniyek da û diyar kir ku ev operasyon li hember desgtîrkirina YNK’ê ya kurê Hecî Egber ê li Germiyanê pêk anîne.