PDK’ê dayikên Kurd asteng kirin

Dayikên Aştiyê yên ku daxwaza cenazeyên gerîlayên HPG’ê dikin û çûn Deriyê Sînor ê Pêşxabûr, careke din ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin.

Çalakiya nobetê ku Meclîsa Malbatên Şehîdan li Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin di roja 61’emîn de berdewam dike. Şandeyeke Dayikên Aştiyê ku ji 31 kesan pêk tê, serdana çalakgerên ku li Sêmalka nobet digirin kirin û ji bo cenazeyên gerîlayên HPG'ê Tolhildan Raman û Serdem Cûdi yên ji Rojava ku şehîd bûne bigirin ber bi Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ve ketin rê.

Komek ji Dayikên Aştiyê ku ji 31 kesan pêk tê, li ber konê xwepêşandanê yê li deriyê Sêmalka yê bajarê Dêrikê kom bûn, ji bo radestkirina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ku di rojên 28-29'ê Tebaxê de li herêma Xelîfan di kemîneke hêzên PDK’ê de şehîd bûne bigrin, ber bi Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ve ketin rê.

Dayikên Aştiyê bertek nîşanî hêzên PDK’ê yên ku nehiştin peyama wan bigihêje hikûmeta Herêma Kurdistanê dan. Dayikên aştiyê ku piştgiriya çalakiyê kirin ku anîn ziman ku heta cenazeyên şehîdan negirin wê çalakiya xwe bidomînin. Dayikên aştiyê yên ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan cara 3’yemîn e diçin Deriyê Sînor ê Pêşxabûr, dîsa tu bersiv ji hêzên PDK’ê negirtin.

Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê jî serdana çalakiya kon a 61 roj in li Sêmalka didome kirin. Xebatkarên tenduristiyê jî ji bo cenaze werin dayîn bang li PDK’ê kirin.