BI DÎMEN

PDK'ê careke din êrîşî Êzidiyan kir

Êzidiyên ku ji bo destekê bidin Şengalê ji kampa Newrozê ya li Rojava bi rê ketin, bûn hedefa çeteyên PDK'ê.

Êzidiyên ku ji bo êrîşên li bajarokê Xanesor ê Şengalê şermezar bikin ji kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi rê ketin, bûn hedefa êrîşa hêzên PDK'ê. Çekdarên PDK'ê gule li gel reşandin.

Gelê Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê di saetên serê sibehê de, bi armanca ku piştgiriya gelê Xanesorê bike, ber bi Şengalê ve derket rê. Girseya ku bi karwanekî ji dehan tirimpêlan pêk tê derket rê, di ser gundê Sêgira a herêma Koçeratan re berê xwe dan Şengalê. Lê girseya gel dema hat gundê Neîm ê girêdayî bajaroka Rabîa, ji aliyê çekdarên PDK’ê yên li ser sînor ve hatin rawestandin. 

Dema girseyê xwest derbas bibe, çekdarên PDK'ê gule reşandin. Welatiyên ku niha li ser sînor radiwestin ragihandin ku çekdarên PDK'ê bi hezaran gule di ser wan re barandine. Çekdarên PDK'ê her wiha bi ava şidayî êrîşî gel kir û tang û çekên giran li ser sînor bicîh kirine. 

Lê gel li hemberî êrîşan berxwedana xwe didomîne. Sekna gel a li ser sînor û alozî didome