PDK’ê 4 şervanên enternasyonalîst binçav kir

PDK’ê 4 şervanên enternasyonalîst ên ku dixwestin ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bibin binçav kir. Nehat hînbûn ku şervan birine kûderê.

Li gorî agahiyan, pêşmergeyên PDK’ê di nuqteya têketina Akrê de şervanên Swêdî Jesper Soeder û Andreas Charalabos û şervanên Îngilîz Andrew Johnwoodhead û Lee Egerton binçav kir. Şervan ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibûn.

Hat ragihandin ku ajovan jî ligel şervanan hatiye binçavkirin û ne diyar e ku kesên hatine binçavkirin birine kûderê.