PDK amadekariyan dike ji bo êrîşî PKK'ê bike

Li gorî agahiyan, PDK zextê li pêşmergeyên xwe yên li herêmên Soran û Balekayetî dike, ku li dijî PKK'ê şer bikin. Her wiha yekîneyên kontr-gerîla jî amade dike.

Li gorî agahiyên ji hin pêşmergeyên li herêma Soran û Balekayetî ya Hewlêrê hatin wergirtin, PDK'ê ji hêzên Zerevanî (Hêzên Taybet) û hêzên pêşmergeyan xwestiye, ji bo şer li dijî PKK'ê bikin xwe amade bikin û zext di vî warî de kiriye.

Çavkaniyên herêmî yên agahî dan RojNewsê diyar kirin, beşek ji pêşmergeyên li nava PDK'ê naxwzin li dijî PKK'ê şer bikin û ji vî şerî aciz in.

Li aliyê din, hat îdîakirin ku PDK'ê li hin cihên taybet ên li herêma Soran kincên gerîla dirûtiye û bi vî rengî hêzên kontra amade dike.