PDK Şengalê hê jî hedef nîşan dide

Medyaya PDK’ê ya ku hêrs û dijminatiya xwe ya li Êzîdian di her derfetê de nîşan dide, Şengalê weke hedef nîşanî dewleta Tirk dike.

Hin organên çapemeniyê yên PDK’ê ji bo ku radestkirina Kerkûkê û derdora wê ya ji bo Heşdî ji rojevê derxîne weşanên xwe yên manîpulatîf didomîne. Medyaya PDK’ê îdîa dike ku ‘Li Şengalê PKK û Heşdî Şebî tifaq daniye’ û wiha Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hedef nîşan dide.

Çapemeniya PDK’ê ku hin rayedarên Êzîdî yên Şengalê û YBŞ’yiyan weke ‘PKK’yî an jî PKK’yiyên berê’ nîşan dide, ji nedîtî ve tê, ku pêşmerge ji deverê reviyaye.

Du  qenalên televizyonê yên bi ser PDK’ê ve geşedanên dawî yên van rojên dawî ji nedîtî ve tê û li ser hebûna PKK’ê ya li Şengalê asê bûye. Hin çavdêrên li herêmê bi bîr dixin ku PDK’ê beriya niha ji bo bombekirina Şengalê koordînat dane dewleta Tirk û dibêjin hin organên weşanê bi nûçeyên ku serwîs dikin Şengalê dîsa hedef nîşan didin.

Hêzên PDK’ê 3’yê Tebaxa 2014’an Şengal radestî DAIŞ’ê kiribûn û 16’ê Cotmeha 2017’an jî radestî hêzên Heşdî Şebî kirin. Hêzên YBŞ’ê ku bi desteka gerîlayên HPG’ê, YJA-Starê Şengal ji DAIŞ’ê paqij kirin, ji qadên xwe venekişiyan û pêşveçûna Heşdî Şebî asteng kirin.