Paylan: Em Amed li ser pêyan in

Xelkê Amedê piştî çalakiya rûniştinê ya li dijî dagirkirina qeyûman daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de peyama “Em li ser pêyan in’ hate dayîn û banga têkoşîna hevpar hate kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî dagirkirina qeyûman biryara çalakiyên bê navber da îro jî li Cadeya Lîseyê çalakiya rûniştinê lidarxist. Çalakî 2 saetan dom kir û piştre daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede îradeya min” hate vekirin û girseya gel bê navber dirûşmeyên “Li dijî qeyûm mil bide milê hev” , “Qeyûm wê biçe, em ê serbikevin” û “Bê Amed Jiyan Nabe” berz kirin. Wekîlên HDP’ê, saziyên civaka sivîl, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gel beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘ERDOGAN TOMETAN DIKE, LÊ BELGEYAN EŞKERE NAKE’

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan axivî û wiha got; “Tevî her tiştî em li ser pêyan in. Destlênedana li ser wekîlên me rakirin, sûc kirin, hevserokên me xistin girtîgehan; em ne hilweşiyan. Me dîsan li ber xwe da, em çûn hilbijartinê; Amed, Wan û Mêrdinê îradeya xwe hilbijart. Erdogan di axaftina xwe ya duh de dîsan hevşaredarên me tometbar kir. Dozgerên FETO’yê jî nabêjin ‘ji çiyê re pere şandin’ em qebûl nakin. 3 sal derbas bûn li holê belgeyek jî tuneye. Hevşaredarên me beriya 4 mehan hatin hilbiajrtin ku qeyûman bi mîlyaran deyn di şaredariyan de pêk anîn wê çawa bişînin çiyê?.”

‘EGER BÊDENGÎ ÇÊBIBE WÊ SÛCÊN XWE BIDOMÎNIN’

Paylan bi domdarî got; “Erdogan û Bahçelî li ser rêya Talat Paşa ne. Qirkirina Ermenan îmze kirin, ev jî Osmanî hilweşand û Anatolya Navîn ber bi kaosê ve bir. Ew jî bi heman şêweyî didomînin. Dema hilbijartina Stenbolê betal kirin ne ku em gelek ji CHP û Îmamoglû hez dikin,em HDP’yî em ligel demokrasiyê bûn. Eger ji qeyûman re Tirkiye û cîhan bêdeng bimîne wê sûcên xwe bidomînin. Wê gef li ser hemû siyastemedaran hebe. Em Amed em li ser pêyan in û em ê qeyûm bişînin. Divê her kes li dijî qeyûm deng derbixe.”