Partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk şermezar kirin

YNK, Goran, Bizûtnewaî Îslamî le Kurdistan û Yekgirtûy Îslamî Kurdistan daxuyaniyeke hevpar dan û êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, ev êrîşa li derveyî mirovahiyê ne ya qebûlkirinê ye.

4 partiyên li Parlamenta Herêma Kurdistanê komên xwe hene, êrîşa balafirên şer ên Tirk a li Şengalê şermezar kriin û gotin, ji şehîdxistina pêşmerge û şervanan artêşa Tirk berpirsyar e.

Daxuyanî wiha ye:

Îro danê sibehê, balafirên şer ên artêşa Tirk axa di bin serwerya Herêma Kurdistanê de ye, bin pê kirin. Baregehên pêşmerge û şervanan ên li Şegnal û navçeyên wê, herêmên welatiyên sivîl bombe kirin û bûn sedema şehîdbûna pêşmerge û şervanan.

Weke YNK, Goran, Bizûtnewaî Îslamî le Kurdistan û Yekgirtûy Îslamî Kurdistan ku li Parlamenta Kurdistanê komên xwe hene, em vê êrîşa li dijî mirovahiyê şermezar dikin û ji mirin, hilweşandin û tevlîheviyê artêşa Tirk berpirsyar dibînin.

Divê Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî pêşî li vê binpêkirina sînor ji aliyê artêşa Tirk ve bigirin, ji ber ku ev êrîş binpêkirina peymanên navneteweyî ye.

Pêwîste siyasetmedarên Kurdistanê jî li hemberî vê pirsgirêkê helwesteke cidî nîşan bidin."

Li aliyê din, di daxuyaniyên rayedarên PDK'ê de, êrîşên dewleta Tirk rewa hatin nîşandan.