Partiyên siyasî yên Kerkûkê: Çareserî xweseriya demokratîk e

Nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Kerkûkê işaret bi rêveberiyeke xweser a demokratîk kirin.

Nûnerên Tevgera Azadî ya Komelgeya Kurdistan, Tevgera Goran, Partiya Komunîst û Eniya Gel a Demokratîk dan xuyakirin ku çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê bi rêveberiyeke xweser a demokratîk a ku gel hemû tê de cih digirin, pêkane.

KERKÛKÎ: DIVIYABÛ XALA 140. BI CIH BIHATA ANÎN

Nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê, li ser çareseriya pirsgirêkên li Kerkûkê ji ANF'ê re axivîn.

Endamê Konseya Serokatiyê ya Eniya Gel a Demokratîk Aram Kerkûkî işaret bi xala 140. a destûra bingehîn kir û anî ziman, ji ber ku ev xal bi cih nehate anîn pirsgirêk girantir bû.

Kerkûkî got, "Kerkûk bi sedan sal in ku bajarekî jiyana bi hev re ye. Di dema hikumta Baasê de piştî rûdana şerê neteweperestiyê, zerareke mezin lê bû. Bi vî şerê neteweperestiyê re Kurd ji bajêr hatin derxistin. Piştî ku hikumeta Baas hilweşiya, sala 2003'an û piştre destûra bingehîn a Iraqê hate amadekirin û tevî ku xala 140. ji bo çareserkirina pirsgirêkê lê hate bicihkirin jî, mixabin pirsgirêka Kerkûkê hê çareser nebûye. Kurdan nekarîbûn vê xalê bixin meriyetê. Li şûna bicihanîna vê xalê ku mafekî destûrî ye, bi hev ketin. Li Kerkûkê nûnerên her neteweyê xwestin neteweya xwe serdest bikin. Ev yek ji bo Kerkûkê rewşeke gelekî xerab e. Xeteriyeke mezin li ser ewlekariya bajêr û jiyana bi hev re ye. Ev rêbaz gelekî hatin bikaranîn. Lê belê pirsgirêka Kerkûkê çareser nekir û pirsgirêk girantir kir.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê pêwîstî bi rêveberiyeke xweser a demokratîk heye. Divê rêveberiyeke welê hebe ku hemû gel û netewe bi hev re di nava aştiyê de lê dijîn û hemû gel cih di nav de bigirin."

BEKIR: RÊVEBERIYA XWESER DIKARE BIBE ÇARE JI PIRSGIRÊKAN RE

Hevserokê Tevgera Azadî ya Komelgeya Kurdistanê yê Kerkûkê Newzad Bekir jî anî ziman ku piştî 16'ê Cotmehê Kurd careke din ji cih û warên xwe hatin derxistin û li şûna wan Erebên Sûnî tên bicihkirin. Bekir diyar kir ku ev rêbaz berê gelek caran hate ceribandin lê belê li şûna çareseriyê, pirsgirêk kûrtir kiriye.

Bekir got, "Bi kiryarên berê yên rejîma Baasê re Kurd ji Kerkûkê hatin derxistin û li şûna wan Erebên Sûnî hatin bicihkirin. Sala 2003'an ev rewş ahte sererastkirin. Kurd li cih û warên xwe vegeriyan. Lê belê piştî 16'ê Cotmehê ji nû ve vê zerarê dest pê kir. Ev yek gelek caran hate dîtin ku çare nîne û gelan dike dijminê hev. Meşandina vê polîtîkayê, ji bilî afirandina dijminatiya navbera gelan bi kêrî tiştekî din nayê. Li şûna vê yekê, divê li gorî xala 140. rêveberiyeke demokratîk a ku hemû gel bi hev re di nava aştî û wekheviyê de dijîn bê avakirin... Divê rêveberiya xweser a kerkûkê bê avakirin ku nûnerên hemû gel û hêzên siyasî yên demokratîk cih di nav de bigirin. Rêveberiyeke ku hemû gel tê de bên temsîlkirin, bê afirandin."

SIDDIK: DIVÊ VALAHÎ TAVILÊ BÊ DAGIRTIN

Berpirsyarê Partiya Komunîst ê Kerkûkê Şêx Siddik bi bîr xist ku di ser 16'ê Cotmehê re 2 meh derbas bûne, lê hê valahiya di rêveberiya Kerkûkê de derket holê nehatiye dagirtin û ev jî dibe sedema rûdana pirsgirêkên bingehîn. Siddik qelskirina walîtî û meclîsê, her wiha daxwaza girtina van saziyan ji destê Kurdan, sedema bingehîn a pirsgirêkan e û got, "Ev saziyên navborî hêz û destketiyên bingehîn ên Kurdan ên li Kerkûkê bûn."

Siddik got, "Kerkûk niha di kontrola hikumeta navendî de ye û ew bi rê ve dibe. Li Kerkûkê niha ne partiyên Kurd hene, ne jî hêzên pêşmerge. Lewma ewlekariya bajêr baş nîne, pirsgirêkên cidî hene. Di nava gel de tirs û fikar hene. Partiyên siyasî yên Kurd, bi taybetî PDK'ê dest ji Kerkûkê berdane û venagerin. YNK û partiya me jî hê li rewşa xwe ya berê venegeriyane. Valahiyek çêbûye. Ji bo ev rewş ji holê bê rakirin, divê meclîsa bajêr bicive û ji Kurdan walî hilbijêre."

GOLDEREÎ: PÊWÎSTÎ BI NÊRÎN Û RÊVEBERIYEKE NÛ HEYE

Berpirsyarê Tevgera Goran ê Kerkûkê Mamosta Mihemmed Goldereî destnîşan kir ku pirsgirêkên heyî, şaşitiyên siyasî ne ku ji ber referandûmê derketine holê û got, "Ji bo ev pirsgirêk werin çareserkirin û gelên me bi hev re di rewşeke ewle de bijîn, pêwîstî bi nêrîneke nû ya siyasî heye. Bi nêrîn û rêbazên berê pirsgirêk çareser nabin. Rêbazên berê rêbazên berjewendiyên partiyên siyasî û malbatan bûn. Li şûna vê, pêwîstî bi nêrîn û rêveberiyeke nû heye ku li gorî berjewendiyên gelên Kerkûkê tevdigere."