Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê konferanseke aştiyê li dar dixin

Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê konferanseke aştiyê li dar dixin û diyar kirin ku bi awayekî hevbeş divê pirsgirêkan çareser bikin.

Roja çarşema bihorî Serok Komarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê pêşwaziya şandeya Malbenda YNK’ê ya Kerkûkê Meclîsa Erebî ya Kerkûkê bi pêşengiya Fermandarê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî ew du şande bi serokkomar re civiyan.

Li gorî daxuyaniya Buroya SerokKomar hatiye gotin ku di civînê de li ser rewşa Kerkûkê û mijara bi hevrejiyanê nîqaş hatiye pêşxistin û amadekarî ji bo lidarxistina konferansekî taybet ya li ser bi hevrejiyanê û bi tevlîbûna hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê tê kirin.

Îro êvarê partiyê Kurdistanî yên Kerkûkê li Navenda Hizba Şûî di asta berpirsên yekemîn de civiyan. Civîn li ser daxwaza berpirsê Malbenda YNK’ê ya Kerkûkê pêkhat û li ser mijara hevdîtina şandeya wan û ya Erebî ya bi serokkomarê Iraqê nîqaşkirin.

Piştî civînê partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê ji bo ragihandina naveroka wê civînê û ya bi serokkomar re hatî kirin de civîneke çapemeniyê sazkirin.

Berpirsê şaxa Kerkûkê ya Komîteya Hizbê Şûî ya Kurdistanê Şêx Sedîq li ser navê partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê ji dezgehên ragihandinê re got: “Ew civîne li ser daxwazê berpirsê Malbenda YNK’ê ya Kerkûkê Mihemed Osman ve pêkhat ku di civîna bi serokkomar de li ser rewşa Kerkûkê hatibû nîqaşkirin. Me jî qala wan hemû nêrîn û pêşniyarên xwe di wê civînê de kir û li ser wê gotubêj kir.”

Şêx Sedîq her wiha îşare bi hin xalên ku kiribûn rojeva civînê kir û ragihand: “Di wê civînê de me behsa gelek xalan kir ku wiha ne:

1- Me li ser bi hevrejiyana di navbera hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê tekez kir.

2- Em ê bi tevlîbûna petiyên Kurdistanî, mamosteyên zanîngehê û rewşenbîran konferansekê li dar dixin, ew konferans jî ji bo aşitî û bi hevrejiyanê ya li Kerkûkê ye.

Sedîq di dawiyê de bal kişand li ser rêvebirina hevbeş ya hemû aliyên Kerkûkê û wiha domand: “Di wê civînê de em li ser wê sekinîn ku hemû partî û aliyên siyasî yên giştî neteweyên Kerkûkê bêyî yektir nikarin wê bajarê bi rêvebibin û pêwîst e bi awayekî hevbeş hemû pirsgirêkên bajêr çareser bikin û tenê aliyek yan jî pêkhateyek nikare bi tena xwe wê bajarê bi rê ve bibe.”