Partiyên Kurd ên Kerkûkê desteserkirina şaredariyan şermezar kirin

Partî û aliyên Kurdî yên Kerkûkê li dijî dagirkirin û desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn ên Bakurê Kurdistanê helwest nîşan dan û biryara AKP û Erdogan berevajî rêgezên demokrasî dizanin û bi tundî şermezar kirin.

Rêveberê yek ji wan partiyên Kurdî yên Kerkûkê dibêje: “Êrîşên ku niha li hember şaredariyên Bakurê Kurdistanê têne kirin encamên binketinên Erdoganin ku pê re rûberû maye.”

Berpirsê Partiya Komunîst a Kurdistan a Kerkûkê Şêx Sidîq Ehmed di derbarê ji kar dûrxistina hevserokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji ANF’ê re û got: “Hilbijartina şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi awayeke demokratîk pêkhatiye, niha jî hikûmeta Erdogan ev hevserokên şaredariyan ji erkê wan dûrxistiye; ev jî binpêkirina demokrasiyê, dûrketina ji pêvajoya demokrasî, dayîna mafên netewî ya Kurdan û dûrxistina wan ji rêveberiyê ye.”

Ehmed helwest nîşanî biryara Tirkiye ya li dijî HDP’ê daye da û got: “Em Partiya Komunîst ji kar dûrxistina hevşaredarên Kurdên Bakurê Kurdistanê şermezar dikin û li dijî vê biryarê radiwestin, her hevşaredarên ku bi dengê gel hatibe hilbijartin mafê wî/ê ye ku şaredariyê birêve bibe.”

 ‘EV BIRYARA AKP’Ê Û ERDOGAN LI DIJÎ PROSEYA DEMOKRASIYÊ YE’

Endamê Sekreterya Navendî ya Tevgera Goran a Kerkûkê Mamosta Mihemed Nesredîn li ser desteserkirina şaredariyê got: “Em Tevgera Goran ku tevgereke girseyî ne, her tim me ji vê yekê bawer kiriye ku bi rêya hilbijartin û bi rêya gel ve bikarin guhertin û xizmetê ji gel re bikin, li dijî her cûre biryar û gavên ku li dijî vîna gel û piroseya hilbijartinê be. Tişta ku îro AKP û Erdogan dikin li dijî vîna gelê Kurd a li Bakur e, ev biryarê AKP û Erdogan li dijî piroseya demokrasiye ku têde hevşaredaran hatine hilbijartin.”

 ‘DÛRXISTINA HEVŞAREDARAN WÊ TIRKIYE ALOZTIR BIKE’

Nesredîn bi domdarî got: “Ev biryara hikûmeta AKP’ê bi dûrxistina hevşaredarên HDP’ê xizmetê piroseya aşitî û bihevre jiyanê ya li Turkiyê nake, ji ber ku rewşa Turkiye yê aloztir dike.”

Di dawiyê de Mamoste Mihemed Nesredîn derbarê helwesta partiya xwe de got: “Em her dem alîgirê demokrasî û hilbijartina nûnerên gel bûne, her gavên ku AKP û Erdogan li dijî vîna gel û nûnerê wê ku bi awayeke demokratîk hatine hilbijartin, em bi hemû awayî red dikin û li dijî radiwestin.”

 ‘ÊRÎŞ WATEYA RÛBIRÛBÛNA ERDOGAN A TÊKÇÛNÊ YE’

Endamê Desteya Rêveberiya Eniya Demokratîk a Gel û Berpirsê Beşa Partiyê ya bajarê Kerkûkê Aram Kerkûkî têkildarî heman mijarê got: “Em Eniya Demokratîka Gel vê darbeya siyasî ya hikûmeta AKP û Erdogan a li dijî şaredariyên HDP’ê bi tundî şermezae dikin. Ev êrîşên ku niha li dijî Hevşaredarên HDP’ê tên kirin encamê binketinên Erdogan in ku pê re rû bi rû maye. Li Rojavayê Kurdistanê armancê dixwest bidest nexist, li operasiyona Pence ya li Başûrê Kurdistanê jî binket vê ca niha Erdogan şerê dijî Kurdan li nav Turkiyê dike. Dengê Kurdan li kûderê hebe her tim hewil dide ku vê bêdeng bike.”

 ‘ERDOGAN DIXWAZE PIRSGIRÊKAN BI ŞER ÇARESER BIKE’

Kerkûkî bi domdarî got: “Li şûna ku Erdogan guh bide bangên çareseriyê yên Birêz Ocalan yên aştiyê dest bi êrîşan kiriye. Erdogan dixwazin hemû pirsgirêkan bi şer çareser bikin.Siyasetên Erdogan heman siyaseta rejîma Seddam Huseyîn e li hemberî Kurdan, bi heman awayî destêwerdanê di kar û barê welatên hawirdorê dike û hewil dide desthilata xwe li herêmê berfireh bike û dewleta Osmanî ya kevin bi cileke nû zindî bike.”