Parlementerên Partiya Çepên Kesk çûn serdana gundê Bana yê dorpêçkirî

Parlementerên Partiya Çepên Kesk û şandeya pê re çûn serdana gundê Banayê ku nêzî du meh in di bin dorpêça leşkeran de ye.

Walîtiya Şirnexê 5 herêmên girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê heya 15 4ojan qedexe kir. Di nava van herêman de gundê Banayê jî heye ku nêzî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye. Parlemneterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê NEwroz Ûysal û Mehmet Zekî Îrmez û rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr serdana gundê Banayê kirin. 

Li têketina gund leşkeran bi qasî nîv saetê wesayît dan sekinandin, nasname kontrol kirin û paşê destûr şandeyê da ku biçe gund. Şande ji aliyê gundiyan ve hat pêşwazîkirin. Di dema serdanê de leşkeran jî şandeyê şopand. 

Şande li vir bi şêniyên gund re hevdîtin kir. 

Şêniyên gund ev tişt ji şandeyê re gotin: "Mehek e li her du aliyên gund ji aliyê leşkeran ve tên kontrolkirin. Tenê dihêlin em di navbera 10:00-16:00'an de baxçeyên xwe av bidin. Ew jî bi şertê ku em nasnameya xwe nidin leşkeran. Ji duh êvarî ve heya 15 rojan bi temamîq edexe hat îlankirin. Nahêlin em heywanên xwe jî biçêrînin. Em mecbûr man heywanan ji gund derxin. Me ew şandin gundên cîran. Me birinc daniye û divê bê avdan. Ger sê rojan neyê avdan dê şîn neyê. Dê ew qas keda me berhewa bibe. Xwendekarên me nikarin biçin dibistanê. Me zarokan bi serwîsê dibir Basanê, lê ji roja qedexe hatiye îlankirin nikarin biçin dibistanê. Nahêlin serwîs biçin û bên. Berê gundê me şewitandin, lê me dîsa jî dest ji gundê xwe berneda. Dîsa bikin jî em ê dest jê bernedin. Em bi salan e bi van tiştan re rû bi rû ne. Dibêjin kî qanûnê binpê bike ew ê wna bikujin. Mesela gava mihek me wind abibe, em ê nikaribin lê bigerin. Gava em sînorê ku wan diyar kiriye derbas bikin, dibêjin em ê we bikujin."