Parlementerên Kurd ên Kerkûkê: Bexda di Erebkirina Kerkûkê de hevkar e

Parlementerên Kurd ên Kerkûkê yên Parlementoya Iraqê dibêjin: “Di destê me de belge hene ku nîşan dide aliyên hukumeta Iraqê ji bo Erebkirina Kerkûkê belgeyên sixte çêkirine.”

Du roj beriya niha hejmareke zêde Ereb bi piştevaniya hêzên Iraqê çûne gundê Pelkane ya girêdayî herêma Sergeran a başûrê Kerkûkê û dixwazin mal û mulkê Kurdên wê navçeyê dagir bikin.

Welatiyên gund ji bo wê yekê dibêjin: “Welatiyên Kurd amade ne ku parastina xwe bikin, lê metirsiya dagirkirina xanî, mulk û zewiyên welatiyan heye. Hêzên ewlekariyê jî piştevaniya Erebên ku ji derwe hatine dikin. Her wiha metirsî heye ku di navbera şêniyên gundê Pelkane û wan Ereban ku artêş, polîs û Heşdî Şebî piştevaniya wan dikin de şer derkeve.”

Îro nûnerên gundê Pelkane û herêma Sergeran li Buroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya bajarê Kerkûkê bi parlementerên Kurd ên bajêr yê parlementoya Iraqê re civînek pêk anîn. Di civînê de li ser êrîş û hewldanên dagirkirina herêmê û bi Erebkirina wan gundên li navçeyên bi nakok nîqaş hatin kirin.

Piştî ku civîn xilas bû, parlementerên Kerkûkê civînek çapemeniyê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de Parlementerê girêdayî YNK’ê yê li Kerkûkê Rêbwar Teha derbarê naveroka civînê û xalên ku hatine daxwazkirin de daxuyaniyek da.

Teha ragihand: “Ji hemûyan re eşkere ye ku li Kerkûkê bi şêwazekî plankirî proseyekî ya Erebkirinê tê birêvebirin. Armanca me ya ji civîna ku me bi nûnerên Kurdên resen yên wan navçeyan ew e ku bi rêya dezgehên ragihandinê Iraqî û Kurdî peyameke hevbeş bidin û hin xalên ku hatine daxwazkirin ji raya giştî re eşkere bikin. Em hemû dizanin ku ya li wan gundên Kurdan rû dide planekî ya ji bo Erebkirina Kerkûkê û navçeyên bi nakok e.”

Rêbwar Teha bal kişand li ser kiryar û tawanbarên proseya Erebkirina navçeyên bi nakok û axaftinên xwe wiha domand: “Destê navxweyî di wê proseya Erebkirinê de heye, bi taybetî yê Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî. Mixabin Bexda alîkariyê dide wê proseya Erebkirinê û beşek ji dem û dezgehên Iraqî jî di wê mijarê de hevkariyê dikin.”

Teha, weke parlementer jî di derbarê daxwazên xwe de got: “Em hemû cure destwerdanên aliyên eşkerî ya li ser wan navçeyan red dikin. Beriya niha jî me aliyên leşkerî agahdar kiribû ku nebin aliyekî ya wan pirsgirêkên navçeyê, her wiha daxwaz dikin ku li gorî madeya 140’an a destûra Iraqê pirsgirêkên erd û zeviyan bên çareserkirin.”

Teha di derbarê hevkariya çendîn aliyên girêdayî hukumeta Iraqê ya ji bo Erebkirina navçeyên bi nakok kir û wiha pêde çû: “Di destê me de çendîn belge hene ku tê de nîşan dide aliyên girêdayî hukumeta Iraqê ji bo Erebkirina Kerkûkê û navçeyên bi nakok belgeyên sixte çêdikin. Proseya Erebkirinê destpêkiriye û em li wê derê dengê xwe wek wekîlên Kurd ên Kerkûkê digihînin hemû rêveber û berpirsên Kurd û dibêjin ‘Mijara Kerkûk û Xaneqînê mijarekî çarenûsî ye ji bo hemû takê Kurd’ û pêwîst e li dijî Erebkirina wan navçeyan her kes dengê xwe derxîne û nîqaş bike.”

Teha di dawiya axaftina xwe diyar kir: “Pêwîst e Hukumeta Herêma Kurdistanê li hemberî proseya Erebkirina Kerkûk û navçeyên bi nakok rolekî diyar bilîze. Her wiha ji bo li hemberî wê Erebkirina navçeyên başûrê Kerkûkê, Xaneqîn û hemû navçeyên bi nakok bisekinin, pêwîst e hukumeta Herêma Kurdistanê bi hukumeta Iraqê re li ser proseya Erebkirina navçeyên Kurdistaniyên ji derveyî Herêma Kurdistanê civînê çêbikin.”