Parlamenterên Başûr: Pêwîste naveroka lihevkirina Rosneftê were eşkerekirin

Komek Parlamenterên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û daxwaz kirin ku naveroka lihevkrina petrolê ya hikûmetê bi kargeha Rosneft re were eşkerekirin.

Komek parlamneterên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekî çapemeniyê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku naveroka peymana 20 salî ya petrolê a bi kargeha Rosneft re were eşkere kirin. Li gorî nûçeya di RojNewsê de, parlemneterên ji komên partiyên cûda ku dinava wan de parlamenterên Tevgera Goran, Partiya Komeleya Îslamî û Tevgera Îslamiya Kurdistanê ji dinav de li Ofîsa Parlamentoyê ya li Sîlêmaniyê rûniştinek pêk anîne û piştre daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Parlamenterê Tevgera Goran yê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got: “Em ji Hikûmeta Herêmê dixwazin daxuyaniyekê ji bo zelalkirina peymana li gel Rosneftê bide. Me dît ku pirsgirêk di wê peymanê de heye û wê kar û barên yasayî li hember werin kirin. Ji ber ku Hikûmeta Herêmê yasa binpêkiriye. Li gorî yasayan divê peyman bi biryar, çavdêrî û rezamendiya parlamentoyê pêk were.”

Di daxuyaniyê de Şêrko Heme Emîn balkişand ser daxwaziyên welatiyên ku serdana ofîsa parlamentoyê kirine û wiha domand: “Xalek din ku em li ser bi axivin, birina pereyê welatiyan ya ji aliyê borseyê ve ye. Ew welatiyên ku îro serdana me kirine, me dozên wan jî dîtin. Li gorî desthilatiya ku me heye, emê wê dosyeyê bişopînin.”

Piştre Serokê Lijneya Enerjî û Jêderên Xwezayî ya Parlamentoya Herêmê Şêrko Cewdet jî axivî û wiha got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yasa binpêkiriye ku peyman li gel şirketa Rosneftê çêkiriye. Pêwîst bû ku destpêkê di parlamentoyê de hatibû nîqaş kirin. Raste parlamento hatiye rawestandin, lê lijneyên parlamentoyê kar dikin. Pêwîst bû Serokê Hikûmetê li cihê sûdên peymanê ji bo raya giştî eşkere bike, li gel lijneya parlamentoyê qala wê bihata kirin.”

Li ser gotinên ku hinek tankerên sotemeniyê hatine Herêma Kurdistanê û bi jehr û madeyên kanserîne jî Şêrko Cewdet ev bersîv da: “Ev ne cara destpêkêye ku hinek tankerên sûtemeniyê yên bi madeyên zerer û kanserê tên Herêma Kurdistanê. Me bi xwe ji ew girtin û eşkere kir. Ew tanker di deriyê sînor yê Paşmax re li ber lêkolînê re derbas dibûn. Lê di lêkolînên Erbet de tiştek nehatin dîtin. Divê lêkolîn li ser van her dû cûdahiyan were kirin. Ew hewl didin wê mijarê lêkolîn bikin. Di qalîteya kontrolkirin û lêkolîna sûtemeniyê de gendelî û pirsgirêk heye. Ev jî mijarek yasayiye û dema ku bi encam bû emê ragihînin.”

Her wiha Parlamenterê Tevgera Goran Omer Înayet jî di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got: "Têkildarî dana gazê, li gorî me ev peyman bi daxwaza wan pêk hatiye. Yan jî bi armanc hatiye kirin. Li gorî me dana gazê berdewama xwîna vî miletiye. Ev jî bi ti cûrekê nayê qebûllkirin."

Omer Înayet wiha dawi li axaftina xwe anî; "Me raporek amade kiriye û em daxwaza zelakirine ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Ger bersiva hikûmetê necihê baweriyê be, emê gilikiyê kesên peyman îmze kirine bikin. Emê li gel serdozger û dadgeha federalî ya li Bexda û nûnerê konsolxaneya welatan gilî bikin."