Parlamenter Arî Hersîn ji PDK'ê îstifa kir

Parlamenterê Başûrê Kurdistanê yê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Arî Hersîn civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand ku ew ji koma partiya xwe veqetiya ye.

Arî Hersîn diyar kir, ku ew ji Koma PDK'ê ya li Parlamenta Başûrê Kurdistanê veqetiya ye û komeke nû ava kiriye. Hersîn got, "Dixwazim ragihînim ku di van rojên zor û zehmet de, min komeke nû ava kiriye û ti pêwendiya min bi koma PDK'ê re nemaye."

Parlamenter Arî Hersîn axaftina xwe wiha domand; "Li Herêma Kurdistanê niha ti partî nîne nûnertiya Kurdan bike, mafê Kurdan bi dest bixe û biparêze."
 
Parlamenter Arî Hersîn têkildarî sedema cudabûna xwe ji koma PDK'ê jî wiha axivî; "Ez li gel rêveberiya PDK'ê û Barzanî civiyam, lê wan ez fam nekirim. Ez ê rewşa parlamenta Herêma Kurdistanê bişopînim. Ez ê karê xwe jî bikim. Piştre ez ê biryar bidim ka di hilbijartinên bê de beşdarî hilbijartinê bibim yan na."