Parêzer Oflas: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebûye

Parêzer Bariş Oflas diyar kir, li Îmraliyê tecrîdeke taybet heye û got, hevdîtina ku 2'ê Gulanê pêk hat nayê wateya bi dawîbûna tecrîdê. Oflas destnîşan kir, rewşa ne diyar didome.

Ji parêzerên Baroya Wanê Bariş Oflas diyar kir, ya ku divê dadgerî û îdareya Tirk bike bidawîanîna tecrîda li dijî qanûnan a li Îmraliyê ye.

Oflas li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. Oflas ragihand, mîna tecrîdkirina Ocalan mînakeke din li dinyayê ya vê tecrîdê nîne û destnîşan kir, bi rengê bêhiqûqiyeke mîna xwe, tecrîd didome. Oflas got: "Bi nerakirina tecrîdê ya ji aliyê dadgehê ve, guh li daxwazên gel, civak, siyasî, muxalefet û girtîgehê digirin. Di rewşa niha de rênedana parêzer, malbat û wasiyê Birêz Ocalan li gel hevdîtin pêk bînin, di warê hiqûqa ceza û înfazê ya Tirkiyeyê de ti aliyê wê yê bi maf nîne û li dijî hiqûqa heyî ye."

'DADGEH NE SERBIXWE NE'

Oflas destnîşan kir ku dadgeh nikarin hiqûqa li Tirkiyeyê pêk bînin, hiqûq li bin lingan e, ev jî nîşaneya ku rêzdariya dadgehê, bêalîbûn û serbixwebûna xwe winda kiriye. Oflas got: "Di rewşa heyî de diviya bû ku hiqûqa heyî ji bo her kesê wekhev û adil bihata pêkanîn, dema mijar dibe Birêz Ocalan, destûrê vê hiqûqê li ber çavan nayên girtin. Distûrên ne wekhev û ne adil ên dij hiqûqê tên bikaranîn, tecrîdê kûr dike."

Oflas anî ziman ku hevdîtina parêzeran a piştî 8 salan a li gel Ocalan asteke cuda ya tecrîdê jî da nîşandan, tecrîdeke taybet a li ser Ocalan tê pêkanîn.

'DMME TAWÎZ DIDE RÊGEZÊN XWE YÊN HIQÛQÎ'

Oflas bal kişand ser astengiyên li ser; rênedana mafên peywendiyên bi rêya telefonê, rênedana şandina name û dest têdanîna ser nameyên ji bo wî tên şandin û wiha pê de çû: "Sînordarkirina pirtûkên dixwîne, astengkirina her cûre pirtûkan û xwe negihandina pirtûkxaneya xwe, sînordarkirina mafê rojnameyan, sînordarkirina mafê televîzyonê û hwd. wisa kiriye ku binpêkirinên mafan sînor nehiştiye."

Oflas diyar kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser hin binpêkirinan biryar wergirtiye ku mafên mirovan hatine binpêkirin û got: "Têkildarî van binpêkirinan jî DMME’yê cuda, biryar li ser binpêkirinên mafên cuda yên serlêdanên hatine dayîn jî hene. Paşxistina serlêdanên têkildarî Birêz Ocalan em dibînin ku DMME’yê hiqûqa xwe ya gerdûnî bipê dike, helwestekî kor, ker û bêziman nîşan dide. DMME’yê bi van pêkanîna çav li tecrîdê digire."

'TECRÎD BI TEMAMÎ BI DAWÎ NEBÛYE'

Oflas bibîr xist ku CPT erka xwe bi cih neaniye û wiha domand: "Divê CPT detayên serdana xwe ya li Îmraliyê ragihîne, bide nîşandan ku pêkanîna tecrîdê ya li Îmraliyê rêbazeke ya êşkenceyê ye, vê raporê bi raya giştî re ragihîne. Her wiha divê saziyên navneteweyî jî mijara tecrîdê bixin rojeva xwe û fikrê lihevkirinê pêk bînin. Bi taybet di wê baweriyê de me ku bi weşandina rapora CPT’ê re, wê raste rast bandora biryara DMME'yê hebe. Derket holê ku di hevdîtina dawî de ya li gel parêzeran di warê bi temamî rakirina tecrîdê rewşek nediyar li holê heye."

Parêzer Bariş Oflas daxwaz ki ku divê dadgeh di çarçoveya hiqûqa xwe de biryarek bi cesaret bide û got: "Ji bo Birêz Ocalan di mijarên demokrasî, aştî, civak û gelek mijarên cuda de rola xwe bilîze, divê tecrîd bê rakirin, hiqûq bên bicihanîn. Divê Dadgeh û dadger hê zêdetir bi cesaret bin, ji bo rakirina tecrîdê pêkanîna hiqûqa heyî têrê dike."