Parêzerê rojnamevan Karataş li ber biryara girtinê rabû

Parêzerê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîndar Karataş, îtiraz li girtina muwekîlê xwe kir.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîndar Karataş di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Erzîromê de hatibû girtin. Îtiraz li girtina Karataş hate kirin.

Nûçegihan Karataş di 24'ê Mijdarê de li Wanê hatibû destgîrkirin, di 26'ê Mijdarê de ew biribûn Erzîromê û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatibû girtin.

Nûçe û axaftinên telefonê yên nûçegihan Karataş weke hêncet ji bo girtina wî hat nîşandan.

Nûçegihan Karataş xistin Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê. Parêzerê Karataş Îrfan Sari îtiraz li girtina muwekîlê xwe kir.