Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran tenê 5 caran karîbûn Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd re di 7'ê Tebaxa 2019'an de hatibû kirin.