Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, hem jî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdan ji aliyê parêzeran Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ve hate kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Îmraliyê bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye.

Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê ev axaftin nîvco hatibû hiştin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve jî serlêdan bêbersiv têne hiştin.

Parêzeran 22'ê Mijdarê ji bo karibin 'bi lezgînî' hevdîtinê bikin serî li Dadgeriya Înfazê ya Ceza ya Bûrsayê dabûn, lê piştî vê serlêdanê eşkere bûbû ku 2 cezayên nû yên qedexekirina hevdîtinê li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdan red kir û cezayê qedexekirina hevdîtinê ya 6 mehan ê 12'ê Cotmehê li Ocalan hatiye birîn, weke hincet nîşan da.

Heman dadgeriyê serlêdana hevdîtinê ya malbatan jî red kir û cezayê qedexeya 3 mehan a hevdîtinê ya 18'ê Tebaxê weke hincet nîşan da.