Parêzer Yûsûf: Divê rêxistinên civakî bikevin bin bar

Parêzer Yûsûf Çakas bal kişand ser metirsiya vîrûsa koronayê ya li ser girtiyan û got, "Partiyên siyasî, baro, saziyên civakî yên sivîl û hêzên mûxalîf divê ji bo girtiyan bikevin bin bar."

Bi pandemiya Covîd-19 re metirsiya li ser jiyana girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê hîn mezintir bû. Parêzer Yûsûf Çakas rêbaza bicihanîna rejîma înfaza ceza ya sîstema hiqûqê ya Tirk û qanûna înfazê ya nû ji ANF'ê re nirxand.

Çakas ku di heman demê de rêveberê Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) e, qala çavderiyên xwe yên li girtîgehan kir ku di dema pandemiyê de serdana girtiyên siyasî kir.

Parêzer Çakas bi bîr xist ku li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê nêzî 10 hezar girtiyên siyasî heye û got, piraniya wan jî di dema xwendina zanîngehê de bi hinceta ku tevlî Newrozê, 1'ê Gulanê, 8'ê Adarê û bîranînên Helebçeyê bûne bi salan ceza li wan hatiye birîn.

Çakas bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, "Bifikirin ku li koxûşên ji bo 10 kesî 20 kes dimînin, bi têrkerî nikarin derkevin derve, xwarin û ava germ bi têrkerî nîne. Di rewşeke wiha de mirov ji aliyê psîkolojîk û fîzyolojîk ve nebaş dibe. Lê belê em pênaseya girtiyên nexweş hinekî cudatir dikin.

Dedora 200 girtiyên bi nexweşiyên giran hene ku nikarin îdareya xwe bi xwe bikin. Ev 200 girtiyên nexweş jî li koxûşên şexsekî tên hiştin ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. Pêwîste 200 girtiyên nexweş tavilê bên berdan."

EGER GIRTIYÊN SIYASÎ NIKARIN SÛDÊ JÊ WERBIGIRIN HINGÎ QANÛN ÇIMA DI DEMA PANDENIYÊ DE HATE DERXISTIN?

Parêzer Çakas bal kişand ser qanûna înfazê ya nû û got, "Nêrîna girtî û hikumxwaran a li vê meseleyê zelal e. Dibêjin, 'Gelo em ê sûdê ji vê qanûnê werbigirin? Eger em ê nikaribin sûdê jê werbigirin hingî qanûn çima di dema pandemiyê de hate derxistin?' Pirsa bingehîn a tê kirin ev e. Ji xwe ev mirov dibêjin ku ew ne sûcdar in. Ji ber ku ji ber karên xwe yên siyasî yan jî tevlîbûna li çalakiyên demokratîk hatine girtin.

Ji ber vê yekê ya divê nîqaş li ser bê kirin rejîma înfaza ceza ye. Girtiyên siyasî ji xwe xwe sûcdar nabînin. Yên ku ji sûcên edlî mehkûm bûne jî beriya ku li ahengiya nava civakê vegerin tên berdan. Piraniya kesên ku bi qanûna dawî ya înfazê re hatin berdan careke din sûc kirin û vegeriyan girtîgehan. Ev yek jî pirsgirêka di rejîma înfazê de nîşanî me dide."

DIVÊ BANGÊN CIVAKÎ BÊN KIRIN

Parêzer Çakas destnîşan kir ku partiyên siyasî, baro, rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên mûxalîf têkildarî rewşa girtiyên siyasî divê xwe bixin bin bar û got, "Weke ku tê zanîn Dadgeha Destûra Bingehîn ji aliyê şeklî ve qanûna înfazê nirxand. Wê ji aliyê esasê ve jî binirxîne. Rêxistinên hiqûqê û baro pêwîste di vê demê de nêrîna xwe ya li ser qanûnê bi çapemeniyê re parve bikin.

Eger difikirin ku ev  qanûn ne wekhev e divê bangên civakî bikin. Ji xwe daxwaza bicihanîna qanûna înfazê bi rengekî wekhev li her kesî, daxwazeke civakî ye. Ji ber ku di vê mijarê de malbatên girtiyan serî li OHD, ÎHD, MED TUHAD-FED'ê didin. Yanî divê ev mijar weke hewldanek ji rêveberên komek komeleyan neyê dîtin.

Ev yek ji her alî ve daxwazeke civakê ye û divê bi taybetî baro berpirsyariyên xwe pêk bînin. Ji aliyê demokratîk û hiqûqî ve vê daxwazê vebêjin. Lewma divê em bibin bersiv ji daxwaza civakê re."