Parêzer Polat: Komplo bi sîstema taybet a tecrîdê dewam dike

Endamê OHD’ê Parêzer Riza Polat anî ziman ku komploya li dijî Ocalan li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hemûyan pêk hatiye û îro ev komplo bi pergala tecrîda taybet dewam dike.

Axa Rojhilata Navîn ku malovanî ji mirovahiyê re kiriye, di heman demê de di pêvajoya siyasî, olî, aborî û dîrokî de bûye warê şerê navbera nijad û dewletan jî. Heta niha gelek desthilatdar hatin li ser vê axê serwerî kirin û çûn. Gelek dewlet û împaratoran çavkaniyên zikerd û ser erd xistin xizmeta xwe û mêtîngerî pêş xistin. Axa Rojhilata Navîn ji ber dewlemendiya çavkaniyan û cihê xwe yê stratejîk bi sedan salan şer didome û di dorpêça agir de ye. Di dîrokê de kijan hêz li vir serdest bûye ji bo hebûna xwe berdewam bike kaos pêş xistiye. Kaos, şer û kuştin ji ser vê axê kêm nebûye û êdî kirine wekî qedera vê axê. Hêzên emperyalîst ku çav berdane ser dewlemendiya Rojhilata Navîn timî polîtîkayên perçe bike û bi rêve bibe pêş dixe. Di sedsala 20’emîn de di nava gel û baweriyên herêmê de sînor xet kirin û perçe kirin. Lê bi vê perçekirina bi sînoran negihiştin armanca xwe û tişta dixwestin bi dest nexistin.

‘ROJA REŞ’

Dewlet û hêzên ku her dem dixwazin li ser axa Rojhilata Navîn serweriyê bikin, timî rêber û pêşengên civakê ji bo xwe talûke dibînin. Li dijî pêşeng û rêberan dest bi êrîşan dikin. An wan îmha dikin an jî tasfiye dikin. Yek jî pêşeng û rêberê civakan jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gelê Kurd ji bo xwe pêşeng û rêber dibîne ye. Ocalan jî di sedsala 21’an de bû hedefa hêzên navneteweyî û 22 sal berê di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî ji Sûriyeyê derxistin û radestî Tirkiyeyê kirin. 15'ê Sibata 22 sal berê ku Kurd wekî "Roja reş" pênase dikin, ji bo Rojhilata Navîn bûye destpêkek.

ÇALAKÎ Û KAMPANYA

22 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlehiya Bliind a Tîpa F a Îmraliyê di şertê tecrîda giran de ye. Ocalan 22 sal in bi polîtîkayên taybet ên şertên Guantanamoyê derbas dike re rû bi rû ye. Tecrîdkirina Ocalan bi taybet di sala 2020'an de bêtir giran bû û li hemû Tirkiyeyê belav bû. Lê li aliyê din gelê Kurd li  Tirkiye û gelek welatên cîhanê li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin û kampanya dan destpêkirin.

'KOMPLO LI DIJÎ KURDAN Û ŞOREŞA KURDAN BÛ'

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Riza Polat, li ser komploya navdewletî, tecrîd û grevên birçîbûnê axivî. Polat anî ziman ku komploya li dijî Ocalan li ser gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye û îro ev komplo bi pergala tecrîda taybet berdewam dike.

Polat da zanîn ku di 15’ê Sibata 1999’an de di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd û Şoreşa Azadiya Gelan kompoloya navdewletî pêk hat û wiha axivî: "Ji wê rojê û vir de jî Rolhilata Navîn qet aram nebûye û timî rageşiya herî mezin dewam dike. Ji wê rojê û vir ve gelê Kurd di her aliyê xwe de hatiye tecrîdkirin û hemû mafê wan hatiye desteserkirin. Komploya navdewletî ya li dijî Birêz Ocalan jî dewamiya vê politikaya hêzên serdest bû. Gelê Kurd bi şoreşa xwe di navdewletî de deng da bû û ji aliyê cîhanê ve dihat dîtin. Van hêzan xwest bi komploya navdewletê pêşiya vê bigrin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û plana xwe ya qirêj xistin dewrê. Ji bo vê yekê jî ev 22 sal in Birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Tecrîd jî bi awayek dijminatî û tundî tê meşandin. Hem bi komployê hem jî bi tecrîdê xwestin pêşiya şoreşa Kurdan bigrin. Lê bi ti awayî nikarin pêşiya bîr û ramanekê bigrin û dîl bigrin. Ji bo şoreşan tişta herî girîng fikir û raman e. Her çiqas Birêz Ocalan li Girava Îmraliyê di nava çar dîwaran de be jî bi fikir û ramana xwe pêşengtiya civakan dike. Birêz Ocalan bi fikir û ramanên xwe kompoloya navdewletî têk bir û ji bo civakan jiyanek azad pêşniyar kir. Ji bo aramî û azadiya Rojhilata Navîn fikrên Birêz Ocalan gelek girîng e, ji ber ku gelê Kurd, Birêz Ocalan weke rêberê xwe û muxatab dibîne û li pey wî dimeşe."

'KOMPLO BI PERGALA TECRÎDA TAYBET DEWAM DIKE'

Polat destnîşan kir komploya li dijî Ocalan li ser gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye û wiha dom kir: “Îro ev komplo bi pergala tecrîda taybet berdewam dike. Li Rojhilata Navîn bi sed salan e civaka Kurd tê îzolekirin. Hêzên serdest Kurd di nava xwe de kirin çar parçe û bi kompoloya navdewletî xwest Kurdan bê bêhn bihêlin û wan di nava xwede wenda bikin. Birêz Ocalan bi ramana xwe hemû polîtîkayên zordestan vale derxist û timî rêyek nû danî pêşiya gelan. Fikir û ramanên Birêz Ocalan ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn girîng e û pêwîste weke muxatebê sereke were dîtin. Birêz Ocalan timî ji bo aramî û başiya Rojhilata Navîn polîtîka afirandiye û timî ji bo vê yekê jî xebat daye meşandin.”

'FELSEFE Û RAMANÊ OCALAN TIMÎ JI BO JIYANÊ YE'

Polat bilêv kir ku felsefeya Ocalan timî ji bo jiyankirinê ye û ev tişt got: “Dengê Birêz Ocalan ji bo vê axê aramî û wekheviye. Birêz Ocalan ti carê ji bo xirabkirina vê axê polîtîka pêş nexistiye û timî ji bo başiya vê axê xebat meşandiye. Her fikrên Birêz Ocalan ji bo civakan reng û modelek nû ya jiyanê ye. Îro li Rojava fikir û felsefeya Birêz Ocalan şîn dibe û mînaka herî ber bi çave. Ev modela Birêz Ocalan hemû gelan himbêz dike. Ev model ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo tevahiya cîhanê mînakek e. Divî alî de jî hêzên serdest xwestin pêşiya vê modelê bigrin û dest bi dagirkirinê kirin. Modela ku li seranserê cîhanê weke utopyayekê dihat dîtin, bi felsefe û ramanên Birêz Ocalan gelê Kurd di piratikê de anî cîh. Serdestan jî xwest pêşiya vê yekê bigrin.”  

'DENGÊ BIRÊZ OCALAN JI BO CIVAKA KURD Û TIRK HÊVÎ YE'

Polat, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkay tecrîdê jî û wiha pê de çû: “Kengî bi Birêz Ocalan re li ser pirsgirêka Kurdan diyalog dest pê dike û bixwazin bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin em dibînin ku tecrid sivik dibe. Lê ji ber polîtîkayên înkar, şer û îmhayê didome, tecrîd 22 sal in didome. Em fêm dikin ku bi tecrîdê dixwazin pirsgirêka Kurdan bê çaresrî bihêlin. Dixwazin bi tecrîdê polîtîkayên şer bidomînin. Tecrîd destpêka polîtîkayên dagirkirina herêmê ye. Dema çareserî, diyalog û aştî di rojevê de be, tecrîd nayê tercîhkirin. Dema ku hevdîtin li gel Birêz Ocalan çêdibe, dengê Birêz Ocalan ji bo cîhanê dibe hêvî. Ji ber ku hikûmeta AKP-MHP’ê ji çareserî û aştiyê re ne amadeye, her diçe tecrîdê kûr dike. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ji xwe 22 sal in didome, di sala 2009’an de vê politikaya tecarîdê rengê xwe guherand û di sala 2020’an de jî ev polîtîka kûrtir bû. Di pêvajoya çareseriyê de em bûn şahîdê vê yekê, dengê Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo civaka Tirkiyeyê jî dibe hêviyek.”

'CPT’Î PEYWÎRA XWE BI CÎH NAYNE'

Polat, nêzîkatiya CPT ya li dijî Îmraliyê nirxand û got: “CPT di rapora xwe ya dawî de balê kişandîbû li ser sîstema tecrîda li Îmraliyê û bilêv kirîbû ku tecrîda li Îmraliyê îşkceye û tecrîd di nava tecrîdê de tê meşandin. Her wiha ev pêkanîna tecrîdê i dijî hemû exlaqên mirovahiyê binav kirîbû. Lê mixabin ev tenê di raporan de dimîne. Bi salan e ku CPT vê yekê dişopîne û lê ti hewldanên wan tinene. Divê saziyên mafên mirovan yên Ewropa û Konseya Ewropa bertekek xort li dijî vê yekê bide. Her kes bi awayek polîtîk nêzî tecrîda li ser Birêz Ocalan dibe û rast e rast naxin rojeve xwe. Îro tecrîda li ser Îmraliyê li tevahiya girtîgehan û li ser civakê belav bûye. Konsepta li Îmraliyê îro dixwazin li ser tevahiya Tirkiyeyê belav bikin. CPT û saziyên navdewletî tişta dikeve li ser milê wan pêknayne.”   

'DAXWAZ BICÎHANÎNA HIQÛQÊ YE'

Endamê OHD’ê Parêzer Riza Polat, herî dawî li ser çalakiya greva birçibûnê ya niha li girtîgehan didome jî nirxand û wiha bi dawî kir: "Di 27’ê Mijdarê de girtiyan ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan were şikandin û balê bikêşin li ser şertên girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya grevên birçîbûnê 76’an de ye lê mixabin ti deng ji rayedarên dewletê derneketiye. Dema ku çalakî destpêkir hin zext û zordariyên kûrtir li girtîgehan destpêkir. Îro înfaz şewitandin derketiye holê. Girtiyan li dijî bêhiqûqî û bê edaletiya dewletê dest bi grevê kirine û sînga xwe dane li ber mirînê. Grev tiştek hebûnî ye, tenê daxwazek girtiyan heye û ew jî bi cîh anîna hiqûqê ye. Ev çalakî bangawaziyeke, ji bo edaleta ku ji çarçoveya mirovatiyê derketine. Ev bangawaziyeke ji bo civak û ji bo hiqûqnasan. Desthilatdarî mirovan terkî mirinê dike. Em nikarin li dijî vê yekê bêdeng bibin û nikarin temaşe bikin. Di sala 2019-2020’an de grev dîsan hatibûn destpêkirin û di vê grevê de 8 giyanan jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku îro neyê wê astê divê di her alî de em bibin deng û qîrîna girtiyan. Divî alî de berpirsyarî dikeve li ser milê hemû parêzer, rêxistinên saziyên sivîl, partiyên siyasî û ferdên civakê. Her çiqas ev çalakî li dijî hikûmetê bertekek xort be jî îro ev bertek ji bo civakê ye jî. Divê em girtiyan bi tenê nehêlin û ji bo daxwazên wan bibin deng.”