Parêzer ji bo Tahîr Elçî civiyan

Parêzerên li Amedê, lêgerîna edaletê ya ji bo Tahîr Elçî didomînin.

Baroya Amedê, bi daxwaza kujerên Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin bên dîtin, lêpirsîına dosyayê bi lez û bi bandor bê birêve birin, di hefteya 104’emîn de li ber Edliya Amedê çalakî lidar xistin. Gelek parêzer, Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî û endamên Înisiyatîfê tevli çakakiyê bûn. Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Parêzer Mahsûn Bati di çalakiyê de axivî û wiha got: “Hemû kesên di 2’emîn salvegera qetilkirina Elçî de piştgirî dan me û em bi tenê nehiştin em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Hefteya pêşiya me, Hefteya Mafê Mirovane. Têkoşîna Tahîr Elçî ya ji bo mafê mirovan da, di hafizeya civakê de hat kulandin. Ji ber vê yekê me  minetdarên wîne.”

‘JI BO JIYANEKE BIRÛMET EM PIŞTGIRIYÊ BIKIN’

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD û Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî, diyar kir ku ew parêzvanê mafê mirovan Elçî bi mînekdarî bibîr tînin û wiha got: “Em ê tu carî Tahîr Elçî ji bîr nekin. HeTa ku kujerên Tahîr Elçî neyên dîtin em ê piştgiriyê bidin têkoşîna bi rûmeta ya Baroya Amedê. Em ê li gel wan cih birin û gel wane jî.”

Pîştî daxuyanê 5 deqe çalakiya rûniştinê pek hat.