Parêzer Duşunmez: Tirkiye hiqûqa navneteweyî nas nake

Parêzer Onûr Duşunmez anî ziman ku Tirkiye li dijî peymanên têkoşîna li dijî êşkenceyê tevdigere û bal kişand ser tecrîdê ku sûcê êşkenceyê ye.

Hiqûqnas Onûr Duşunmez tecrîda li Îmraliyê, nêzîkatiya hêzên navneteweyî ya li tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê ji ANF'ê re nirxand.

Duşunmez anî ziman ku li Îmraliyê bi salane tecrîdeke bêhiqûqî heye û diyar kir, manîdar e ku di vê mijarê de ti pêkanîn nehatiye ferzkirin. Duşunmez ragihand, nayê qebûlkirin ku hêzên navneteweyî bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ji nedîtî ve tên û got, "Pirsgirêka bingehîn a li welêt ew e ku rêberê gelekî 22 sal in tecrîdkirî ye.

Tecrîd bi wî rengî tê pênasekirin ku şexs ji civakê bê dûrxistin, ji aliyê civakî, aborî û çandî ve bi tenê bê hiştin. Tecrîd ku tê wateya hiştina li cihekî cuda, rêbazeke êşkenceyê ye. Ev rêbaza ku weke êşkenceyê tê dîtin, bi rêk û pêk li Îmraliyê bi cih tê anîn. Ji nedîtî hatina vê yekê nayê qebûlkirin."

'LI ÎMRALIYÊ BI DESTÊ DEWLETÊ DEST LI MAFÊN HIQÛQÎ TÊ WERDAN'

Parêzer Duşunmez got, "Li Îmraliyê astengkirina hevdîtinan û pêkneanîna hikmên pêwendîdar ên peymanên navneteweyî û destûra bingehîn nîşan didin ku bi destê dewletê dest li her cûre mafî tê werdan."

Parêzer Onûr Duşunmez diyar kir ku dema ew peymanên li dijî êşkenceyê lêkolîn dikin ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî, tê dîtin ku Tirkiye li dijî van peymanan tevdigere û anî ziman ku li gel vê yekê jî pêkanînên navneteweyî yên di van peymanan de hene, bicih nayên anîn.

Parêzer Duşunmez got, "Tirkiye ji ber ku encama ji tecrîda li Îmraliyê hêvî dike bi dest naxe, di tecrîdê de israr dike ku demeke dirêj e dewam dike. Dem bi dem li gorî atmosfera siyasî yan jî di encama grevên birçîbûnê de tê sistkirin."

'RAPORÊN CPT BI CIH NAYÊN ANÎN'

Parêzer Duşunmez bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike û got, "Raporên CPT bi cih nehatine anîn. Di mijara tecrîdê de divê grevên birçîbûnê bi taybetî bên nirxandin. Berxwedêrên ku di greva birçîbûnê de ne ji dewletê dixwazin ku li gorî hiqûqê tevbigere û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike. Lê belê mekanîzmaya dewletê û rêveberên wê vê yekê ji nedîtî ve tê, yan jî xwe ji hiqûq û edaletê vedigirin."

Di dawiya axaftina xwe de parêzer Duşunmez destnîşan kir ku rûmeta mirovahiyê wê rojekê êşkenceyê têk bibe û xwest ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê bên qebûlkirin û bicihanîn.