PAJK'ê gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir

PJAK: Operasyona şoreşgerî ya ku derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist, hemû milîtanên HPG û YJA Starê yên çalakî kirin û Biryargeha me ya Navendî ji dil pîroz dikin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) gerîlayên ku li Girê Amediyê di çarçoveya operasyona şoreşgerî de çalakiyên serketî kirin, pîroz kir.

PAJK'ê got, "Operasyona şoreşgerî ya 20'ê Mijdarê ya li herêmên Rojavayê Zapê û Metînayê ku derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist, hemû milîtanên HPG û YJA Starê yên çalakî kirin û ked dan, Biryargeha me ya Navendî ji dil pîroz dikin. Em ji hemû hevrêyên xwe re serketinê dixwazin ku li cihekî ku dijmin bi hemû hêz û derfetên xwe êrîşê lê dike, plansaziyeke bi vandor pêk anîn û çalakiyeke mînak bi ser xistin."

Di daxuyaniya PAJK'ê de hate gotin, "Em fermandarên vê operasyona mezin û çalakgerên mezin hevrê şehîd Andok, Ciwan û Botan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Ew bûn şopdarên hevrê Rojhat û Erdal ku li dilê Enqereyê bi çalakiyeke mezin dijmin hejandin. Bûn parçeyek ji vî ruhê mezin ê fedaî ku wê welatê me azad bike.

Gerîlayên HPG û YJA Starê ku bi çalakiyeke ewçend mezin û têkoşîneke xurt dest bi sala 46'an a partiya me PKK'ê kirin, bi vê çalakiyê re, bi vê operasyona şoreşgerî, bi xurtî tevlî pêngava navneteweyî bûn ku meha Cotmehê bi pêşengiya dostên me ji bo azadiya Rêberê me hate destpêkirin. Hêzên dagirker têk birin.

HER ÇALAKÎ WÊ DERBEKÊ LI DAGIRKERIYÊ, NOKERIYÊ, KOLETIYÊ Û SERWERIYÊ BIXE

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku dewleta Tirk a faşîst bi armanca tunekirin û tasfiyekirinê êrîşî tevgera me dike, her roj derbên giran dixwe. Gerîlayên azadiyê, li hemberî dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên gelekî giran dibe ser gelê Kurd û têkoşîna wê, her wiha li hembeî sîstema hegemon a navneteweyî ku li pişt dewleta Tirk a dagirker disekine, di asteke bêhempa de têkoşîna ji bo parastina hebûnê û misogerkirina azadiyê dimeşînin. Şerê me yê azadiyê wê bi vê xeta fedaîtiyê ya bêhempa, di bin pêşengiya PKK û PAJK'ê de bi hêza gerîlatiya Kurdistanê ya ku îrade û nasnameya azad afirandiye, bigihêje serketinê. Her çalakî wê derbê li dagirkerî, nokerî, koletî û serweriyê bixe.

MILÎTANÊN YJA STARÊ BI ERKA PÊŞENGIYÊ RADIBIN

Milîtanên YJA Starê jî weke pêşengên vê berxwedanê bi rengê Bêrîtanî şer dikin, biryardariya me ya bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya ber bi şoreşa jinê ve mezin dikin. Fedakariya mezin, biryardariya hevrêyên me yên jin hêzeke mezin dide gelê me û jinan hemûyan. Pêşengiyeke welê dikin ku jin hemû bi dilxwaziyeke mezin xwe lê bigirin û vê sedsalê fetih bike.

Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe û kuştiyên xwe veşêre, gelekî hewl dide lê belê çi dike bila bike yê bi ser bikeve û encamê diyar bike wê gerîlatiya serketinê be. Dewleta Tirk a dagirker, qirker li têkçûnê mehkûm e. Şensê xwe yê serketinê nîne. Gerîlayên Kurdistanê ev yek ispat kirine. Bi şerê xwe yê li ser xeta fedaî ya Apoyî jiana azad kêlî bi kêlî ava dikin, dibin keleha hêvî û baweriyê ji gelê me û bindestan re. Gerîlatiya fedaî ya li ser xeta Apoyî li ber xwe dide wê çalakiya herî mezin û bi rûmet, serhidlana herî mezin a dîrokê, meşa azadiyê ya herî mezin a gelê Kurdistanê bi ser bixîne.

Bi vê baweriyê em careke din hemû hevrêyên xwe yên li Zap, Metîna û hemû qadan têdikoşin careke din bi hezkirin, hurmet û serketinê silav dikin û salvegera partiyê li her kesî pîroz dikin. Em careke din ji hevrêyan hemûyan re serketinê dixwazin."