'Berxwedana li dora Rêber Apo wê bi ser bikeve'

PAJK: Divê PDK dest ji vê xiyaneta dîrokî berde, êdî rejîma Erdogan a faşîst xurt neke, paşeroja Kurdan bi taybetî ya Başûr bes bixe nava metirsiyê û dest ji helwesta xwe berde ku rê dide mêtingeriyê.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Greva birçîbûnê ya dorveger a hevrêyên me yên PAJK û PKK'î yên li zindanan û siyasetmedarên Kurdistanî-Tirkiyeyî gelekî bi wate û hêja ye. Ev vî ruhê berxwedanê yê hevrêyên xwe silav dikin ku rastiya zindanê veguherandine qada mezin a berxwedanê. Dengê ku li dora Rêber Apo li Kurdistanê, Rojhilalta Navîn bilind bû, dengê berxwedanê yê li zindanan bilind bû wê teqez bi ser bikeve."

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê wiha ye: "Di sala 43'an a damezrandina PKK'ê de em di demeke welê de ne ku destanên nû yên lehengiyê li rûpelên xeta azadiyê tên nivîsandin. Pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ku ji bo azadiya Rêberê me dest pê kir û li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gelê me xwedî lê derket, bi biryardariyeke mezin dewam dike. Pêngava azadiyê ya KJK-KCK'ê ku ji niha ve piştgiriyeke mezin a civakî wergirtiye, bûye sedem ku gelê Kurd û dostên wan bi xurtî tevlî bibin. Hevrêyên me yên PKK-PAJK'î yên li zindanan bi çalakiya greva birçîbûnê tevlî vê pêngavê bûne. Çalakiyên azadiyê yên li derve-girtîgehê, li çiyê û bajaran, wê Rêberê me, jinan û gelê Kurd azad bikin, wê faşîzmê ji holê rakin. Hêzên faşîzm, komkujî û qirker wê di nava tarîtiya xwe de bi têkoşîna gelê me tune bibin.

SÎSTEMA KAPÎTALÎST HEWL DIDE PÊŞÎ LI ALTERNATÎFA AZADIYÊ YA JINAN Û GELAN BIGIRE

Serdema me ji şerekî paradîgmayî re şahidiyê dike. Li aliyekî vî şerê paradîgmayî hegemonya baviksalarî, li aliyê din jî xeta azadiya jinê ya ekolojîk demokratîk eye. Ev şerê ku ji aliyê sıstema kapîtalîst ve hatiye afirandin ku ji bo pêşîgirtina li alternatîfa azadiyê ya gelan û têkoşîna jinan tevdigere, di heman demê de şerekî mezin ê îdeolojîk e. Bi sedan sal in li gel darbe, tepisandin, koçberkirin, zext û zilma tunekirinê, kapîtalîzmê nekarî warê me yê berxwedêr ku qada berhemdar a azadiyê ye û erdnîgariya me ya Rojhilata Navîn bi dest bixe. Berpirsyariya me ya li pêşberî warê me, ji her demê bêhtir mezin e û li benda me ye.

Faşîzm û dîktatoriya ku bûye belayê serê gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, çarenûsa vê erdnîgariyê nîne. Asta ku faşîzm îro gihîştiye ne tenê gefê li gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd dixwee. Hikumeta Erdogan a faşîst di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li pêşiya her cûre hewldan û çareseriya aştiyane û demokratîk a li Rojhilata Navîn asteng e. Bi vê armancê, bi destê çeteyên DAÎŞ'ê, bi destê hêza kontra ya jê re 'pêşmergeyên roj' dibêjin, bi destê hêza xwe ya leşkerî şer, komkujî û hilweşînê li her cihî belav dike. Di serî de li Efrînê li her devera ku dagir kiriye bi revandin, destavêtin, êşkence, komkujî û polîtîkaya êrişên hovane yên li dijî jinan, bûye metirsî û dijminê herî mezin ê jinan. Rejîma AKP-MHP'ê û PDK ku ji bo êrişên leşkerî, siyasî û dîplomatîk ên dîktatoriya Erdogan a faşîst bi israr PKK'ê weke sedem nîşan didin, hewl didin vê faşîzmê binixumînin. Gelên cîhanê û Kurdistanê tev zanin ku PKK paşeroja azad û demokratîk a jinan û gelan diparêze. Rêberê me ji ber ku vê yekê temsîl dike sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê lê tê girankirin. Her kesên ku vê rastiyê dibînin û pê zanin, tevlî pêngava azadiyê ya KJK û KCK'ê dibin. Ev yek helwest û sekneke têkoşer a bi rûmet û gelekî hêja ye. Greva birçîbûnê ya dorveger a hevrêyên me yên PAJK û PKK'î yên li zindanan û siyasetmedarên Kurdistanî-Tirkiyeyî gelekî bi wate û hêja ye. Ev vî ruhê berxwedanê yê hevrêyên xwe silav dikin ku rastiya zindanê veguherandine qada mezin a berxwedanê. Dengê ku li dora Rêber Apo li Kurdistanê, Rojhilalta Navîn bilind bû, dengê berxwedanê yê li zindanan bilind bû wê teqez bi ser bikeve.

BERXWEDANA GERÎLA...

Di serî de hêzên me yên gerîla ji Şengalê heta Rojava, Başûr, Bakur û Ewropayê jin û gelê Kurd li dijî faşîzmê bi rengekî mezin li ber xwe didin. Berxwedana li Garê, li Heftanînê li dijî xiyanet û faşîzmê hate nîşandan, berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê û pêkanîna azadiyê ye. Ev yek ne tenê berxwedana parastinê ya gerîla ye. Hêzên gerîla, têkoşîna azadiyê ya jinan ku tevgera me pêşengiyê jê re dike, paşeroja ronî ya jinan û gelan hemûyan temsîl dikin. Divê PDK dest ji vê xiyaneta dîrokî berde, êdî rejîma Erdogan a faşîst xurt neke, paşeroja Kurdan bi taybetî ya Başûr bes bixe nava metirsiyê û dest ji helwesta xwe berde ku rê dide mêtingeriyê. Pêwîste di vê pêvajoya dîrokî de her kes bi berpirsyarî tevbigere û têkoşîna ji bo paşeroja azad a gelê Kurd bilind bike. Em bang li jin û ciwanên Kurdistanî dikin ku di vê pêvajoya krîtîk de çalakiyên xwe bi rengê ku rê nade faşîzm û xiyanetê herdemî bikin û pêşengiyê ji pêngavê re bikin.

Bi berxwedana bêhempa ya ji Heftanînê heta Serhedê li tevahiya Kurdistanê tê meşandin, li ser bingeha xeta azadiyê ya şehîdên me yên leheng ku Kurdistan li dagirkeran kirin zindan, bi ruhê berxwedanê ku wan ji me re hiştine, em soz didin ku têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin."